Zarokên ji erdhejê filitîn, li ber xwe didin
WAN (DÎHA) - Li Wanê piştî erdhejê 40 zarokên tevî malbatên xwe li konteyniran dijîn, ji aliyekî hem bi nexweşînan û ji aliyekî ve jî bi hejariyê re rû bi rû mane.
Li Wanê piştî erdheja 23’yê cotmeha 2011’an, gelek malabat ji ber avahiyên wan hilweşiya bûn li navçeya Aartemêta Wanê li Bajarê Konteynirî yê Anadolûyî hatibûn bicihkirin. Li van malên konteynirî 40 zarok tevî malbatên xwe dijîn û bi hejarî û nexweşînan re rû bi rû mane. Ji van zarokan ên ku di konyetniran de hatin dinê, ji ber zivistana li herêmê dijwar e gelek jê zatorreyî bûne û hin zarok jî ji ber pirsgirêka hijyeniyê bi enfeksiyonan re rû bi rû mane. Zarokên ku ji aliyê hevalên xwe wek “Zarokên konteyniran” biçûk tên xistin, ev 5 sal e di konteyniran de li ber xwe didin.
Berfîna 7 salî tevî diya xwe di bin enqazê de mabû
Berfîn Ora ya ku dema erdhej pêk hatibû hîn 2 salî bû û tevî malbata xwe li konteyniran hatibû bicihkirin, niha 7 salî ye. Berfîna ku sala çûyî birayê wê yî biçûk di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da, li gel hemû zor û zehmetiyan jî, yek ji wan zarokên ku li ber xwe dide. Berfîn diyar dike ku erdhej nayê bîra wê, lê dema malbata wê behs dike tîne ber çavê xwe û wiha got: “Di dema erdhejê de ez û diya xwe di bin enqazê de mane. Apê min ew me derxistine. Lê îro, em li vir jî di bin şert û mercên nebaş de dijîn.”
‘Cihekî me yî ku em pê de biçin tune ye’
Şeydanûr Canata (8) jî diyar kir ku hevalên wan ew biçûk dixin û wiha got: “Li dibistanê hevalên me, me biçûk dixin. Dibêjin zarokên konteyniran û henekkê xwe bi me dikin.” Botan Baranê 6 salî jî wiha dibêje: “Ji ber zivistanê zaf sar e, em nexweş dikevin. Ji ber cihekî me yî ku em pê de biçin tune ye, em jî di konteyniran de dijîn.”
(red)