DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

OHAL herî zêde jiyana jinê bi sînor dike

 
19 Cotmeh
09:13 2016

AGİRÎ (DÎHA) - Civaknasa Navenda Şêwirmendiya Jinê ya Sema Yuceyê Ozlem Arici got, OHAL herî zêde jiyana jinê bi sînor kiriye.

Civaknasa Navenda Şêwirmendiya Jinê ya Sema Yuceyê ya girêdayî Şaredariya Bazîda Agiriyê ye Ozlem Arici, hem têkildarî xebatên ku dimeşînin agahî dan, hem jî tengasiyên ku jin di dema OHAL’ê de bi wan re rû bi rû dimînin vegot. Arici diyar kir ku, ji bo ew di warê tenduristiya jinê, zayendiya civakiyî û mafn mrovan de perwerdehiyê bidin wan pêşî li taxan dest bi xebatan kiriye û piştî perwerdehiya li taxan ew li gundan geriyane û perwerdehiya arasteyî jinana de dane. Arici da zanîn ku, ew li Bazîdê li nêzî 14 tax û 98 gundan geriyane û xwe gihandine bi sedan jinî. Arici wiha axivî: “Perwerdehiya Tenduristiya Jinê, ji bo jin bedena xwe binase, xwe fêm bike, hay ji nexweşînên xwe hebe pir girîng e. Her wiha dema em der barê pençeşêre pêsîran, pençeşêre rehîmê û hwd. dbatên bi vî rengî kirin.”

Arici diyar kir ku, wan têkildarî Mafên Mirovan ên Jinê de jî perwerdehî dane û da zanîn ku wan ev xebatên xwe dabeşî 14 hefteyan kirine. Arici wiha axivî: “Her hefte perwerdehiyên me yî 90 deqîqeyî pêk tên. Ji bo em di warê şideta li dijî jinê, zayendiya civakî û perwerdehiya teduristiyê bidin, em li tax û gundan digerin. Jin li vir tenê perwerdehiyê nagirin. Jinên ku qet derneketine derve nasîna wan î bi hawirdorê re jî çêdibe.”

Jin ji ber gumanên aborî jin dev ji berdanê berdidin

Arici da zanîn ku, di xebatên ku ew dikin de herî zêde bi prisgirêka îstîhdama jinê re rû bi rû dimînin û diyar kir ku, jinên ku di warê zewaca xwe de pirsgirêkan dijîn, j ber gumanên aboriyî dev ji berdanê berdidin. Arici wiha axivî: “Jin bi daxwaza devjêberdanê tên. Lê ditirjin ku devjêberdin. Şik û dumanên wan î aborî hene. Wiha dibêjin, ‘Heke em devjêberdên em ê karibin debara xwe yî aborî bikin, dê civak çawa li vê jinê binere?’ Heke derfetên karî hebin dibe ku ev şik û guman jî xwe nedin der.”

Ji 5 kesan, 3 jê ‘bûkên zarok’ in

Arici vegot ku, wan li navçeyê têkidlarî jiyan û pirsgirêkên jinê de anketek dane destpêkirin û got, zewicandina zarokan jî di di anketê de xwe daye der. Arici da zanîn ku, wan heta niha têkildarî mijarê bi 750 jinî re hevdîtin pêk aniye û diyar kir ku, ji her 5 kesên ku beşdarî anketê bûne, 3 jê “bûkên zarok” in û got, ji bo di vî warî de hişmendiyek bê afirandin perwerdehiyên wan didomin.

‘Li dijî pêkûtiyan bila çavên xwe negirin’

Arici pirsgirêkên ku di serdema OHAL’ê de jin bi wan re rû bi rû dimînin jî vegot û diyar kir ku, OHAL herî zêde jiyana jinan bi sînor kiriye. Arici wiha bang kir: “Bi pêvajoya OHAL’ê re polîtîkayên tepisandina jinê jî didomin. Hin jin hene dibêjin OHAL heye, ji ber vê nayên derdê xwe venabêjin. Dixwazin di vê pêvajoyê de jin li malê bên hepsîkirin. Gelek caran dibêjin’ Ji xwe zagon li hêla mêran cih digirin’ û bi vî awayî nayên. OHAL herî zêde jiyana jinê bi sînor kir. Lê bila jin nebêjin serdema OHAL’ê ye û dev ji parastina mafên xwe bernedin. Bila li dijî êrîş û şideta serdemên OHAL’ê çavên xwe negirin. Bila werin em ê bi hev re têbikoşin.”

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN