DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Yilmaz: Li Iraqê, tu zemîneke rewa ya hebûna Tirkiyeyê tune ye

 
19 Cotmeh
09:10 2016


YASİN KOBULAN

STENBOL (DÎHA) – Seroka Beşa Têkiliyên Navnetewî ya Zanîngeha Amerîkanê Dr. Arzû Yilmaz operasyona Mûsilê û geşedanên ku dê piştî operasyonê xwe bidin der nirxandin û wiha got: “Êdî tu aktoreke navnetewî, herêmî hebûna Tirkiyeyê ya li Iraqê naxwaze û tu zemîneke meşrûiyetî ya vê hebûnê jî tune ye.”

Serokê Beşa Têkiliyên Navnetewî ya Zanîngeha Amerîkanê Dr. Arzû Yilmaz têkildarî operasyona Mûsilê ya ku di roja sêyemîn de ye, aloziya Başîkayê ya di navbera Tirkiye û Iraqê de, pozîsyona kurdan û bandora operasyonê ya li herêmê pirsên DÎHA’yê bersivandin.

*Aloziya Başîkayê, di navbera Tirkiye û Iraqê de veguherî devjeniyeke tund. Dê di rojên pêş de asta vê aloziyê bigihê kîjan radeyê?

Beriya her tiştî divê mirov vê bi bîr bixe. Di pêvajoya 1995-1997’an de dema Tirkiye li Kurdistana Iraqê derfetên bicihkirina binkeyên leşkerî bi dest xist, Îran li qada navneteweyî wek xeterya herî sereke cihê xwe digirt. Yanî her çiqas Tirkiye vê derfetê di çarçoveyeke têkoşîna bi PKK’ê re bi kar nî be jî, lê meşrûiyeta bicihkirina binkeyên leşkerî xwe dispart polîtîkayên dorlêgirtina dubendî. Êdî em di 1990’an de najîn. Beriya her tiştî êdî Îran ne xetereyek e, bi taybetî di qada têkoşîna bi DAIŞ’ê re hevparek e. Ji ber vê wê zemîna meşrûiyetî ya ez qal dikim, êdî tune ye. Rakirina fuzeyên ji Malatyayê û Peyman P5+1 a bi Îranê re peyamberiya vê bû.

Her wiha, kengî Iraq bi awayekî hêzdar îtiraza van binkeyên leşkerî kir? Dema em lê dinihêrin em rastî sala 2012’an tên. Yanî piştî Bihara Ereban, dema dema di polîtîkayên derve de sekteriya tercîhên Tirkiyeyê xwe dan der. Halbûkî di 2009’an de Pêşengê Şiî Sadr, ji aliyê Serokomar Abdûllah Gul û Serokwezîr Tayyîp Erdoganî ve tê pêşwazîkirin, Serokwezîrê Iraqê Malîkî gotibû, ew amade ne ku PKK’ê ji xaka Iraqê derînin û li ser vê bi Tirkiyeyê re li hev kiribûn.

Li dijî vê dîmenê, Tirkiye rabû vê carê bi hinceta dê bi DAIŞ’ê re şer bike, ku di vê mijarê de sicîla Tirkiyeyê pir bi şaîbe ye, çû li Başîkayê binkeyek nû ava kir. Niha tê gotin ku leşkerên tirk li Dîanayê bi cih bûne.

Êdî ne aktorên navnetewî ne jî yên herêmî tu kes naxwaze Tirkiye li Iraqê bimîne, ji xwe zemîneke meşrûiyetî ya mayîna wê jî tune ye. Di vê navberê de, li gor ragihandinên ji kûlîsên AKP’ê, planên B û C’yê yên hikûmetê jî di ser Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê de afirandina zemîneke meşrûiyetî ye. Lê di roja ewil ya operasyona Mûsilê de bersiva Mesûd Barzanî pir zelal bû; ‘Divê Tirkiye bi Bexdaym re li hev bike.’

* Ev dîmen li li herêmê çawa tê dîtin. Ji rêveberên PKK’ê Mûrat Karayilan anî ziman ku, bi Mûsilê re ji bo pêkanîna yekîtiya kurdan zemîneke firsendî xwe daye der. Hûn vê çawa dinirxînin?

Ji sedî sed ez tevlî vê dibim. Mûrat Karayilan rast dibêje. Lê belê di vê xalê de berpirsiyarî dikeve ser milê hemû aktorên siyasî yên kurd û tenê Kurdistana Iraqê, ji bo Kurdistana Sûriyeyê jî pêdivî bi heman hevkariyê heye. Lê belê, di vê radeyê de ji bo hevkariya Mûsilê pêkanîna zemîneke zexmet dixuyê. Mînak, heke kurdan li Şengalê pirsgirêka di nav xwe de çareser bikirinana, dê îro ev hevkarî ji bo operasyona Mûsilê jî bibûna hêvî. Hîn hêvî heye, lê nîşaneyeke wê yî pêk bê hîn naxuyê.

*Piştî operasyona Mûsilê dê rêveberiyeke çawa pêk bê? Dema meriv ji aliyê kurd, ereb, sunî, şiî û tirkmenan lê binihê re dê aloziyeka siyasî xwe bide der?

Ev kêmaniya agahiyî, ji aliyekî ve dide der ku hîn di warê parvekirina hêzdariyî de mutabaqatak pêk nehatiye. Dema meriv dirêjajotina operasyonê jî bîne ber çavan, meriv dikare bibêje di vî warî de hîn lihevkirinek tune ye. Ji ber vê, dibe ku aloziyeke xwe bide der. Bawerim, Tirkiye jî planên xwe yî wadeya dirêj û navincî li gor vê dike. Wisa difikire; ‘dibê çawa dê taliya talî muhtacî me bibin.’

*Dê pirsgirêka Mûsilê di wadeyek navincî de çawa bê çareserkirin? Dê operasyona Mûsilê di asteke herêmî de bandoreke çawa bide der?

Niha di vî warî de meriv nikare pêşbîniyeke baş bike. Lê li gor min, Rêveberiya Herêma Kurdistanê bi daxilbûna vê operasyonê re rîskeke girîng girtiye. Ji bo van rîskan mînîmîze bikin, mîsogeriyên çawa dan ber xwe vê nizamin, lê heke aloziyek xwe bide der dê herî zêde xesar li kurdên Iraqê bê.

*Dê operasyona Mûsilê xwe li polîtîkaya navxweyî ya Tirkiyeyê çawa bide der? Şîroveyên bi vî awayî tên kirin; ‘Heke Tirkiye têkeve Mûsilê dê winda bike, heke nekeve Mûsilê dê pergala serokatiyê ji dest biçe.’ Hûn van nîqaşan çawa dinirxînin?

A rast ez tu têkilî û eleqeyekê danaynim. Lê heke pêvajoya Îmraliyê berdewam bikirana, diviya ku hêjayî nîqaşê be. Lê di nêvengeke wiha de, kirîgerê vê nîqaşê tenê dibe ku tabana AKP’ê be. Di polîtîka reel de tu bermaberiyeke vê tune ye.

(red)




ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN