Hin ji wan li gel diya xwe girtî, hin ji wan ji dayika xwe dûr in
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) – Rojvanê 5 mehî, Berîtana 2 salî, Diyar û Rojê 9 mehî, bi mehan in tevî dayikên xwe girtî ne. Şermanê 18 mehî û Agîtê 5 salî jî, bi mehan in ji dayika xwe dûr in.
Li gor daneyên sala çûyî yên Wezareta Karên Hundir, li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê zêdeyî 520 zarok tevî diya xwe girtî ne. Li Kurdistanê bi operasyonên qirkirina siyasî yên hikûmeta AKP’ê li gor sala çûyî ev hejmar hema bje bûye du qat. Li Sûrê di 3’yê adarê de piştî vekirina korîdara ewleyiyê Remziye Tosûn û zaroka wê ya du salî Berîtan, Leyla Eleftoz a ku bi îdiaya “gerîlla ye” zarokê wê yî 5 mehî Rojvan Çiya Baran, Ferîde Komurcu û zarokê xwe yê 9 mehî Diyar Komurcu û Hevşaredara Hezexê Nevîn Oymak Gîrasûn û zarokê wê Roj Gîrasûn, ev zaroktevî diya xwe girtîne. Lê ev tenê yên di raya giştî de xwe dane der in. Ji bilî vana bi dehan zarok hin jê tevî diya xwe girtî ne, hin jê jî diya wan girtî lê ew ji diya xwe dûr in.
Diyarê 9 mehî 10 rojan di bin çavan de ma
Dayika Diyar, Ferîde Komurcu ligundê Tilbisimê yê Dêrika Mêrdînê di 26’ê îlonê de di serdegirtina malê de hat binçavkirin. Ji ber Diyar bi şîrê dê tê xwedîkirin, ew jî tevî diya xwe 10 rojan li jêrzemîneke netenduristiyane di bin çavan de ma. Her wiha dema Diyar hat binçavkirin, li bedena wî di asta herî jor de şewat hebû û dihat tedawîkirin. Diyar ê ku dema diyar wî hat girtin, hîn ne yek salî bû nasîna wî û girtîgehê çêbû. Diyar, li Girtîgeha Mêrdînê di şert û emrcên netenduristiyane de û xweşikî tedawiya wî ya şewatê nayê kirin, tê ragirtin.
Rojvanê 5 mehî bi ‘endamtiya rêxistinê’ tê girtin
Yek ji van girtinên balkêş jî Rojvan Çiyaya Baranê 5 mehî ye, ku tevî diya xwe girtî ye. Leyla Eleftoz Baran a ku bi hincetên derewîn bi îdiaya “gerîlla ye” hat girtin, di 11’ê îlonê de wê şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê. Ji ber pêdiviya Rojvan bi diya wî heye, wî jî girtîgehê cem diya wî. Rojvan li qawîşeke 45 kesî ku girtiyên mezin bi zor têde îdare dikin tê ragirtin û her wiha ji ber şert û mercên qawîşê û girtîgehê heta niha gelek caran nexweş ketiye.
Zarokê 2 salî wek wek ‘terorîst’ hat îlankirin
Li Amedê piştî li navçeya Sûrê “qedexeya derketina derve” hat îlankirin navçe hatibû dorpêçkirin û rastî êrîşên giran ên hêzên dewwletê hatibû. Ji bo sivîlan di 3’adarê de korîdora ewleyiyê hatibû vekirin û 19 sivîl hatibûn derxistin. Ji van sivîlan yek jê jî Remziye Tosûn bû. Tosûn bi “endamtiya rêxistinê” û “guherandina nîzama qanûna bingehîn” tevî zaroka xwe ya 2 salî Berîtan Tosûn hat girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa D a Amedê. Remziye Tosûn û zaroka wê Berîtana 2 salî dema li Sûrê bûn, ji ber gaz û kîmyasalê nexweş ketibûn û ev xwe li raya giştî jî dabû der. Berîtana 2 salî niha li Girtîgea Tîpa E ya Amedê tê girtin.
Di çaxê mijandinê de ye
Li Hezexa Şirnexê, Hevşaredara Hezexê Nevîn Oymak Gîrasûn di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin û di 24’ê tebaxê de hatibû girtin. Oymaka ku dawiyê sirgûnî Rihayê hat kirin, zarokê wê Roj ê di çaxê mijandinê de ye jî şandin cem wê. Rojê ku hefteyekê li girtîgehê li cem diya xwe dimîne û hefteyekê jî li derve li cem bavê xwe dimîne, niha li Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê tê ragirtin.
Hin zarok li pişt caxên hesinî ji neçarî li cem diya xwe mezin dibin, hin jê jî di çaxên ku herî zêde pêdiviya wan bi diya wan heye, ji diya xwe tên dûrxistin.
Şermanê 18 mehî ji diya xwe hat mehrûmkirin
Li Amedê di serdegirtinên malan ên 1’ê cotmehê de, ji 17 mamosteyên endamên Egîtîm-Senê yên hatin binçavkirin yek jê Fatma Gulçîçek Ari bû. Ari ji ber faaliyetên xwe yî sendîkal bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hat girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa E ya Amedê. Ari ya ku bi navê Şerman Rodî pitikeke wê yî 18 mehî heye, di dema binçavkirinê de zarokê xwe li nezaretxaneyê mijand. Zarokê ku nexweşîna egzamayê lê peyda bûye, divê di şert û emrcên tenduristiyane de bijî û ji ber vê niha ne li cem diya xwe ye û nikare şîrê dayika xwe bimije.
5 salî ye, hebên antîdepresan bi kar tîne
Piştî Fatma Gulçîçek Ari bi hefteyekê, xwişka wêAdîle Gulçîçek Ekîcî ya ku endamê Egîtîm-Senê ye ji ber faaliyetên xwe yî sendîkal hat girtin. Niha her du xwişk di heman qawîşê de ne, lê zarokên wan di serdema xwe yî ku herî zêde pêdiviya wan bê dayika wan heye, ji dayikên xwe dûr in. Kurê Ekîcî Agîtê 5 salî ji roja ku dayika wî hatiye girtin hebên antîdepresan bi kar tîne.
(red)