DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Jin çanda Kûnsarkê jîndar dikin

 
19 Cotmeh
09:08 2016

COLEMÊRG (DÎHA) – Jinên gundên Rindikê û Gundê Seyda yên Colemêrgê, çanda Kûnsarkê ya ku ji aliyê jinên ermenî ve ji bo xwarina xwe ji germahiyê biparêzin dihat bikarnîn, ji nû ve jîndar dikin.

Jinên li gundê Rindikê û Gundê Seyda yên Colemêrgê, ji bo xwarinên xwe ji germahiyê biparêzin “Kûnsarkê” (şikeftên biçûçik bi kar tînin, ku ev çand xwe digihîne bi sedan salî. Li herêmê ev rêbaza cemidandina xwezayî berê ji aliyê jinên ermenî ve dihat bikaranîn, lê niha ji aliyê jinên colemêrgiyî ve tê bikaranîn. Di heman demê de jinên gundên Rindik û Gundê Seyda, her sal di hezîranê de di dest wan de bivir û bêr, li quntarên çiyayên gundê xwe li Kûnsarkan digerin. Jin cihên kevirî û bi qelaç û germahiya wê kêm, dikolin û vediguherînin şikeftên biçûk. Herî dawî jî derdora vê şikeftê bi keviran lê dikin.

Jinên ku bi ked û tahbeke zêde Kûnsarkan ji tavê diparêzin, herî dawî rîçal, penêr, tirşû hwd. ên bi destê xwe amade kirine, li van şikeftan vedişêrin.

Ji dêvla sarincê, xwarinên xwe di Kûnsarkan de vedişêrin

Jina bi navê Narîn Berk diyar kir ku, ew bi salan xwarinên xwe bi vê rê û rêbazê diparêzin û wiha got: “Ji ber ku berê sarinc tune bûn, mezinên me pêdivî bi vî awayî dîtibûn. Lê dawiyê me ferq kir ku, di navbera penêrê ku em dixin Kûnsarkan û yê sarincan de ferqek mezin heye. Dema payîz diqede, êdî em wan derdixin û dixwin.” Berk da zanîn ku, ev çand ji mezinên wan maye û anî ziman ku ew ê vê çandê berdewam bikin.

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN