DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Li Rihayê tiryakfiroşî zêde dibe!

 
19 Cotmeh
09:07 2016

RIHA (DÎHA) - Li Rihayê di nav ciwanan de bikaranîna tiryakê zêde dibe. Welatiyên Rihayê diyar dikin ku, ji bo ciwan daxilî polîtîkayê nebin, dewlet deriyê bikaranîna tirkyakê li ber wan vedike. Her wiha welatî diyar dikin ku li taxê ewlekarê dibistanekê tiryakê difiroşe ciwan û xwendekaran.

Li Rihayê di nav ciwanan de her diçe bikaranîna maddeyên tiryakê zêde dibe. Niştecihên taxên Mance, Yakûbiye û Dedeosmana Eyûbiyeya Rihayê diyar dikin ku, li taxan bi taybetî di nav ciwanan de bikaranîna maddeyên tiryakê zêde dibe û her wiha dest nîşan dikin ku, rayedarên dewletê li hemberî vê xwe li guhnedêriyê datînin. Ji niştecihên vana taxan Ahmet Îtîk (33) diyar kir ku, ji ber ciwan naxwînin, bêkar in û tu derfetek di dest wan de tune ye di nav ciwanan de bikaranîna tiryakê zêde bûye. Îtîk da zanîn ku li dijî firotina maddeyên wek esrar û eroyînê tu mudaxile pêk nayên û wiha got: “Sedema vê ji ber ku hemû niştecihên taxê kurd in û dixwazin ciwanan ji politikayê dur bixin û hay ji rastiya xwe tune bin. Ciwan li li nav kuçe û kolanan tiryakê bi kar tînin. Gelek ji wan, ji ber nayên tedawîkirin derûniya wan tarûmar bûye. Ev ciwan hem xesarê didin xwe û hem jî didin derdora xwe."

‘Ciwanên kurd bi zanebûn sewqî tiryakê dikin’

Esnafê bi navê Îbrahîm Halîl Demîr dest nîşan kir ku, dewlet bi zanebûn pêşî li vê nagire û ji ber vê jî bikaranîna tiryakê zêde dibe. Demîr wiha got: “Ciwanên kurdan bi zanebûn sewqî tiryakê dikin. Li dijî esrarfirtonê texilkeriya zagonan jî tune ye. Yên esrarê difiroşin, dema tên binçavkirin du roj şûnde tên berdan. Rayedar hay ji van tiştan hene jî, lê dîsa jî wan ber dide.”


‘Zarokê jî berê xwe didin tiryakê’

Esnafê bi navê Kerem Kayacan jî anî ziman ku, li taxê êdî zarok jî berê xwe didin tiryakê û got li Taxa Manceyê li serê her kolanê tiryakfiroş hene û woha domand: “Ji ber derfetên kar nayên afirandin, tiryakfiroşiyê ji xwe re wek kar dibînin. Hin kes hene dihêlin, li vê taxê bê firotin. Yên li dijî firotina tiryakê xwe li nedîtiyê datînin ji peywirê nayên girtin û firotina wê bi tu awayî nayê astengkirin.”

‘Ewlekarê dibistanê tiryakê difiroşe’

Welatiyê bi navê Mûhammed Ûygûr jî wiha got: “Ji bo ciwan tiryakê bikirin, amûrên li malên xwe difiroşin.” Ûygûr îdiakir ku li pewyirdarên ewleyiya Dibistana Samet Bayraktar tiryakê difiroşe û wiha got:” Bila rayedar li kamerayên dibistanê binerin, peywirdarê ewleyiyê difiroşe. Heke li dîmenan binerin dê bibînin bê li wir çi diqewime. Li wir pêşî ciwanan hînî tiryakê dikin û dawiyê ji wan dixwazin tiryakê bifiroşin. Divê ciwan ji tiştên wisa bên dûrxistin.”

Li ser vê bi rêya telefonê em li Keyayê Taxa Yakûbiyeyê geriyan û keya diyar kir ku, niştecihên taxê her tim ji heyeta wan daxwaza rêgirtina li ber vê bigirin û ji bo vê ew dikarin çi bikin.

(mhy-mp/red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN