DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Tola windahiyên xwe ji gundiyan hildigirin!

 
19 Cotmeh
09:06 2016

COLEMÊRG (DÎHA) – Li navçeya Şemzînanê piştî çalakiya bombeyî ya li dijî Qereqola Dûrê gelek leşkeran jiyana xwe ji dest da û bi dehan welatiyên ku ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin rastî îşkenceyek giran hatin. Li gel vê çapemeniya hewzê jî, îşkenceyên di raporên nexweşxaneyê de cih girtin û hêj şopa wan diyar in jî, bi weşana dixwaze rewa bike.

Li Şemzînana Colemêrgê ya ku ji ber şerê dijwar windahiyên leşkerî gelek çêdibin, binpêkirina mafan zêdetir bûn. Bi taybetî piştî 9’ê cotmehê çalakiya wesayîta bombebarkirî ya li dijî Qereqola Dûrê, leşkerên ku di sergirtina malan de welatiyên binçavkirin îşkenceyek giran li wan kirin û gelek welatî ji ber îşkenceyê rakirin nexweşxaneyê. Piştî êrîşî, rêyên gundên Tîsê, Dûrê, Dêman û Helankayê bi xendekan hatin girtin û leşkeran bi hinceta sedema bûyerê 23 kes binçav kirin û li qereqolê îşkenceyek giran li welatiyan kirin.

Îşkence li raporên nexweşxaneyê cihê xwe girt

Ji 23 kesan kesek hat girtin û 22 kes piştî 3 rojan serbest hatin berdan. Lê di pêvajoya binçavkirinê de ji ber îşkenceya giran laşê welatiyan reş û hêşîn bû. Hestûyên 2 welatiyan jî şikiya û ev di nav raporên nexweşxaneyê de jî cih girtin. Her wiha bi dîmenên derket holê de jî, hin welatî ji ber lêdanê nedikarîn biaxivin.

Bi amûrên metal îşkence li welatiyan kirin!

Dîsa, di 12’ê mehê de leşkeran li gundê Bbêdevê li noqteya venêrînê ya Qereqola Beyyurduyê welatiyên bi navê B.T., Î.Ç. A.E û M.K sekinandin. Leşkerên paye bilind ên venêrîna nasnameyên welatiyan kirin, welatiyan xistin rêzekî û lûleyên çekên xwe dirêjî welatiyan kirin. Welatiyên ku di noqteya kontrolê de rastî lêdana bi amûrên metalî hatin ragihandin ku, leşkeran bi gotinên wek “Hûn hemû terorîst in. Em ji bo lêdanê hatine vê derê. Em ê vir veguherînin dojehê û di nav 3 mehan de vir dê veguhere gola xwînê” gef li wan xwarine.

2 welatî rakirin nexweşxaneyê

Li herêma Garê ya operasyonên leşkerî ku her tim pêk tên jî, 2 rojên ewilî welatî rastî îşkenceya leşkeran hatin. Leşkerên ku di ser malên gundê Garê û gundikên Meleviya, Gêleşîm û Şarîte de girtin, û 7 welatî binçav kirin, bi awayekî hovane 2 welatî jî îşkence kirin. Seranserî laşê her du welatiyên bi navê Kamuran Yilmaz û Fahir Oncu reş û hêşîn bûn û li nexweşxaneyê hatin dermankirin. Hat zanîn ku, dema binçavkirina 7 kesan de jî leşkearan welatî bi xwêr ve kişandine. Her wiha hat ragihaind ku, welatiyên rastî îşkenceyê hatine giliyê leşkeran kirine.

Gund di bin dorpêçê de ne

Li gel van kirinan, li gundan dorpêça leşkerî jî berdewam e. Leşkerên ku her derdikevin operasyonan rêya piriya gundan bi xendekan girtine. Welatiyên ku rêya wan hatine girtin jî nikarin hewcehiyên xwe yên rojane bi cih bînin.

Çapemeniya hewzê îşkenceyê meşrû dike!

Çapemeniya hewzê ku li hemberî kirinên hovane xwe li nedîtî û guhnedêriyê datîne jî, şîrîkantiya bûyeran dike. Çapemeniya hewzê ya ku welatiyên piştî binçavkirinê serbest hatin berdan wek “terorist” û “mîlîsên terorîstan” nîşan dide, bi weşana xwe rastiyan berovajî dike û dixwaze îşkenceyê meşrû bike.

(gka/red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN