Kes dengê wan nabihîze!
RIHA (DÎHA) – Şaredariya Rihayê ya AKP'î bi hinceta "Qada Sît e" xizmeta rê li taxa Hacî Bayram a Eyûbiyeyê çênake. Welatiyan bi pala çiyê ve hildikişin. Ji ber rêyên xerabe xelatî di çûn û ha tinê de gelek zor û zahmetiyan dijîn.
Li navçeya Eybıyeya Rihayê, li Taxa Hacî Bayram li gelek kolanan bi taybet jî kolana 3333 ev 20 sale gel bi çiyê ve hildikişe jor. Ji ber ku tax li ber çiyê ye, qasî 35 mal rêya wan tuneye. Ji bo gel biçin malên xwe neçarin bi pala çiya ve hilkişin. Şaredariya Navçeya Eyubiyeyê bi hinceta "qada sitê ye" li wir tu xebatê nake. Lê di heman demê de, gelê taxê aboneyê ceyran û avê ye.
Pirsgirêkên av û ava destşoyan
Li taxê ji ber li ser pale ne, av naçe jor û pirsgirêka avê ya niştecihên taxê zêde ye. Gel ji bo xwe dînemoyên avê datîne heta ku dikarin avê bikişînin jor. Xortimên serşo û destşoyan jî, ji ber dema baran dibare axa li ser wan diherike û ji derve dimînin. Havînê jî diteqin. Dema diteqin jî mêş lê kom dibin û dikevin malên gel. Niştecihên taxê der barê van pirsgirêkan û nexebitîna şaredariyê wiha vegotin:
'Dema hilbijartinê soz dabûn me'
Welatiyê 70 salî yê bi navê Eyyub Akkiliç da zanîn ku, rêya wan tuneye, ew du caran ketiye û lingê wî şikaya ne. Akkiliç dest nîşan kir ku, berpirsyar gotinên wan piştguh dikin û wiha got: "Dema hilbijartinê tên ber deriyên me û ji me deng dixwazin. Êdî dê gelek li hêviya dengan bin. Pêşiya hilbijartinê hatin soz dan me, piştî hilbijartinê jî em ji bîr kirin. Ne şaredarî ne jî saziyên din, guh li me nakin.”
'Ne tenê rê li vir tû xebat tune'
Welatiya bi navê Sakîne Çiftçier (37) jî got ku, ew 15 sal e li vir dijîn û wiha domand: "4 zarokên min hene, ez bi kîlometran dibim dibistanê. Ne tenê rê, li vir tu xebat tune. Kanalizasyon di bin re derbas dibe û dema dixitime em vedikin. Ser xaniyên me naylone, ji ber vir qada sêtê ye, beton valekirin qedexeye. Dîsan zivistanan rê dibin herî, wê demê jî em dişiqitin. Ji ber ku çiyaye av wek çem diherike."
'Em nexweşan li ser milan dibin jêr'
Welatiya bi navê Emîne Çiftçier (80) dest nîşan kir ku, ew jinek bi temene heta dadikeve jêr rihê wê derdikeve û wiha axivî: "Dema nexweşek hebe wî didin ser milên xwe û ji vî çiyayî tînin xwar. Ma ev jiyan e? Otobês jî nayê vê taxê. Ev 5 sal e nexweşîna pençeşêrê li zarokê min peyda bûye û ez wî her tim li ser milan dibim nexweşxaneyê."
'Bila êdî çareyekê bibînin'
Welatiya bi navê Rabia Çiftçier (50) jî dest nîşan kir ku, ew par ketiye û lingê wê şikestiye û wiha berdewam kir: "Bila êdî çareyekî bibînin."
'Ma ev jîyan e'
Welatiya bi navê Hanim Hanimçî (45) ku ew û 2 zarokên xwe dijîn jî diyar kir ku, li wir jiyan tune ye û wiha domand: "Bila kesên berpirsyar carekî serê xwe rakin û li mexdûran binerin. Ma ev jîyan e em dijîn?"
(bî-ado/red)