DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

'Dema tu destê xwe dide pirsgirêka kurd tu lêdanê dixwe'

 
19 Cotmeh
09:02 2016

KOCAELÎ (DÎHA) - Akademisyen Doç. Dr. Murat Ozverî, bal kişand ser polîtîkaya dewletê ya li hemberi prsgirêka kurd û kesên têkildar û wiha got: "Li Tirkiye ji destpêkê heta niha yên destê xwe didin pirsgirêka kurd ji aliyê dewletê ve lêdanê dixwin û hesapê vê yekê didin."

Akademisyen û hiqûqnas Doç. Dr. Murat Ozverî yê ji Zanîngeha Kocaelî hat dûrxistin, rewşa Tirkiye ya salek dawî û pêvajoya OHAL'ê nirxand. hiqûqnas û Akademîsyen Doç. Dr. Ozverî, diyar kir ku ji dîrak avakirina Tirkiye heta niha her cara ku Tirkiye di pêvajoyên bi civanok re derbas bûne, reng û fikrên cuda derdikevin û li ser polîtikayên derketin pêş rawestiya. Ozverî, anî ziman ku ji komara Tirkiye heta îro her dem azadî hatiye astengkirin û wiha got: "Li Tirkiye her dem azadî hatiye astengkirin û rastî astengiyan hatiye. Ji ber vê yekê Tirkiye di qada azadiyan de welatekî ji azadiyê re girtî ye. Tirkiye ji rêxistinên li ser çînan hatiye avakirin re girtî ye. Ev astengî di salên 1908'an de wekî 'Bereketa sermayê li welat têr nake. Mafê sendîkayî bi saqince ye" derket holê. Li Tirkiye tekoşîna cînî her dem hat astengkirin. Her dem dewletê xwest hemû rêxistinan têxe bin kontrola xwe."

‘Çiqas rêxistin hatin avakirin dar li serê wan xist'

Ozverî, destnîşan kir ku heta niha çiqas rêxistin hatin avakirin û van rêxistinan xwe gîhand gel, dewletê ew asteng kir û dar li serê wan xist û wiha got: "Hûn dixwazin navê "Vina neteweyî", "dewleta kûr" "hikûmet" ango "îktîdar" li wan bikin hûn çi navî li wan dikin hûn dizanin. Hemû hêzên vî welatî bi rêve dibin û serdestiyê dikin destûr nadin rêxistinên têkoşîna çînî didin. Hemû kesên ji bo kurdan projeyan çêdikin û cuda difikirin li ser serê xwe darê dewletê dibîne. Minaka vê yekê jî di salên 1960'an de sendîkayên DÎSK û KESK'ê hatin girtin.

‘Dema du testê xwe dide pirsgirêka kurt tu sîleyê dixwe'

Ozveri, anî ziman ku di serî de sazî û rêxistinên ku bi pirsgirêkên kurdan eleqeder dibin rastî astengiyên dewletê tên û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li Tirkiye dema tu behsa pirsgirêka kurd bike û pirsgirêka kurd bîne ziman tu sîleya dewletê dixwe. Dema ku bi hevre li hemû pirsgirêkan xwedî derdikeve bêtir rastî astengî û zextên dewletê tê. Li Tirkiye di serdema çareseriyê de hinekî rewşa Tirkiyeyê asayî bû. Mirovan hinekî bêtir reng û ruyê xwe diyar kirin û bêtir dengê xwe bilind kirin. Bandora HDP'ê li ser vê yekê gelek zêde bû. HDP bû dengê yên din.

Li gorî dewletê heq û hiqûq bar e

Ozverî, destnîşan kir ku Komar hat avakirin, lê beyî demokrasî, bêyî heq û hiqûq hat avakirin û wiha berdewam kir: "Ji ber ku li gorî dewletê heq, hiqûq û demokrasî barê piştê ye. Astengî ye. Ji bo rê li pêş vê yekê bigire OHAL ilan kir. Bi vê yekê jî nehat ser cara duyemîn OHAL dirêj kir. Ji ber ku bi OHAL'ê kes nikare mafê xwe biparêze. Kes nikare doza mafê xwe bike. "Mafê jiyanê, mafê têkşîna li dijî îşkenceyê bi tu awayî divê neyê astengkirin. Lê mafê parastina jiyanê û têkoşîna li diji îşkenceyê li Tirkiye tune ye. Dixwazin feraset û polîtîkayên xwe li ser gel ferz bikin.

Ozverî herî dawî anî ziman ku Serokomar Erdogan ji niha de daxwaza xwe ya Serokdewletiyê bi awayekî fîlî xistiye meriyetê û wiha got: "Niha Serokomar Serokwezîrî, rêveberiya leşkerî, îdorî û hiqûqî her tişt bi xwe ve girêdayê. Erdogan dixwaze her tiştî bi OHAL'ê û KHK'ê misoger bike. Lê her tiştê ku Erdogan bixwaze pêk nayê. Her tişt li gorî Erdogan dixwaze dê nemeşe.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN