DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Bi lingekî li dijî hemû zahmetiyan têdikoşe

 
19 Cotmeh
09:01 2016

ŞIRNEX (DÎHA) - Welatiyê astengdar Abdulah Ozcan ê bi lingekî li dijî dewletê têdikoşe û esnafiyê dike, penîrê ji zozanên Kurdistanê kom dike li sûka Cizîrê difiroşe. Ozcan diyar kir ku ew dibe bi lingekî be lê ew tu caran dest ji berxwedana jiyanî bernade.

Li navçeya Cizîra Şirnexê welatiyê bi navê Abdullah Ozcan ê ku ji aliyê tîmên taybet ve hat bîrîndarkirin ev saleke bi lingekî têkoşîna jiyanê didi. Ozcan di "qedexeya derketina kolanan" ya 4'ê Îlona 2015'an de ji lingê xwe bîrîndar bû. Ji ber ku hêzên dewletê destur neda Ozcan biçe nexweşxaneyê lingê xwe winda kir. Ev saleke Ozcan di sûka Cizîrê de bi lingekê ji bo 6 zarokên xwe xwedî bike di kargeha penîr de dixebite. Ozcan penîrê ji herêmên Botanê yên wekî Feraşîn, Colemêrg, Gever û Sêrtê tîne li bazara Cizîrê difiroşe. Ozcan bi 600 TL ê ku mehekê dxigire 6 zarokên xwe xwedî dike û mesrefên dibistana zarokên xwe derdixe.

'Bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana Cizîrê" xwe di parast'

Ozcan bal kişand ser hovîtiya dewletê ya di dema qedexeyê de û wiha got: "Hêzên dewletê derdora Cizîrê bi tang û topan dorpeç kiribûn û êrîşî gel dikir. Em li hemberî tang û topên dewletê derketin derve. Lê hêzên dewletê bi çekên giran êrîşî taxa Cûdî û Nûrê kirin û gelek kes qetilkirin. Em jî bi qedexeyê re daketin kolanan û bi dirûşmeyên 'Bîjî berxwedana Cîzîrê' xwe parast. Lê hêzên dewletê raste rast gel gulebaran dikir. Di wê gulebaranê de ez jî ji lingê xwe bîrîndar bûm. Ji ber ku hêzên dewletê destûr neda ez derbasî nexweşxaneyê bibim min lingê xwe winda kir. Bi wî halê xwe bîrîndar jî min û malbata xwe li hemberî hovîtîya dewletê li ber xwe da."

'Gelê Cizîrê bi berxwedana xwe serkeft'

Ozcan da zanîn ku êrîş û komkujiyê dewletê û AKP'ê li Cizîrê pek anî tu derî pêk ne anîne û wiha pêde çû: "AKP û dewletê 9 rojan bê navber êrîşî gel kir. Gelê Cizîrê jî li hemberî êrîşên dewletê berxweda û serkeft. Me ew qas nexweşî dîtîn lê me li hemberî hovîtiya dewletê serî ne tewand."
Ozcan anî ziman ku ji ber salekê nekarî lingê xwe bi kar bîne malbata wî gelek zehmetî dît û wiha domand: "Bi alîkariya gel û xizmên min lingê porotest ji min re hat. 5 mehe ez lingê porotest bikar tînim. Ji ber ku ez nikarim karê giran bikim 5 meh in ez karê penîr firotinê dikim. Gelê Botanê jî eleqeyek mezin nîşanî penîrên ji herêmên cûda tê didin û di kirin."

'Cûreyên benîran li Cizîrê kom dibin'

Ozcan bi lêv kir ku penîrên ew li Cizîrê difiroşin hem xwezayîne hem jî xweşin û wiha got: "Penîrê ji bo me ji herêmên cûda tê dayîk çêdikin. Ji ber ku tu madeyê kîmyayî têde ninin gel eleqe nîşan dide û çiqas baha be jî distînin. Taybet gel penîr ji me di kire. Ji ber ku em hemû cûreyê penîr li vir kom dikin. Kîloya penîrê Faraşînê 18 TL ye. Lê gel bahabûna wê nanêre xweş bûna penîr dinêre û dikire. Em pancarê wekî siyabo, gerenk, biyîk û soryazê jî bi fiyatek erzan di firoşin."

'Bi lingekî jî jiyan dimeşe'

Ozcan destnîşan kir ki ew bi kar kirinê keyfxwşe û wiha axivî: "Dema min lingê xwe winda kir ez gelek xemgîn bûm. Min her tim di got ez ê carek din kar bikim ji bo zarokên xwe ya na. Min gelek zehmetî jiyan lê niha ez gelek keyfxweşim ku ez carek din li ser piyanim. Dibe ez bi lingekî bim lê çi dibe bila bibe ez ê li hemberî hemû zehmetiyên jiyanî li ber xwe bidim. Min fêm kir ku bi lingekî jî jiyan dimeşe."

(kom/mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN