'Li Girtîgeha Kurkçulerê îdare rageşiyê zêde dike'
EDENE (DÎHA) - Parêzer Tugay Bek diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê girtî di nava tecrîdê de tecrîdê dijîn û wiha got: "Li girtîgehê rageşiya ku li girtîgehê kaosê zêdetir bike ji aliiyê îdareyê ve tê zêdekirin û em vê dibînin, dibin şahid."
Li Girtîgeha Tîpa F a KUrkçulerê binpêkirinên mafan her diçe zêdetir dibe. Serokê ÎHD'ê yê Edeneyê Îlhan Gungor diyar kir ku bi îlankirina OHAL'ê ya ji aliyê AKP'ê ve li girtêgehan her roj binpêkirinên mafan zêdetir dibe. Ongor bilêv kir ku girtî di bin şertên giran de ne û wiha axivî: "Di qawişên 3 kesî de 6 kes dimînin. Li ber tuwaletê girtî radizên."
'Bila binpêkirin bi dawî bibin'
Ongor bilêv kir ku mafên bikaranîna qadên hevpar ji destê girtiyan tê girtin û wiha berdewam kir: "Niha aktîvîteyên wekî sporê hatiye qedexekirin, pirtûkxane hatiye qedexekirin, cezaya ragihandinê dane girtiyan. Girtî niha di nava tecrîdê de ne. Ev tiştekî bê qebûlkirin nîne. Divê îdareya girtîgehê dev ji van pêkanîna berde."
Parêzerê girtiyê bi navê Emre Erdem, Tugay Bek jî got ku muwekîlê wî rastî êrîşa gardiyanan hatiye îdare rageşiyê zêde dike, muwekîlê wî di mehekî de 3 caran ji aliyê gardiyanan ve hatiye derbkirin, birîndar bûye, ligel ku tiştek tuneye jî gardiyan rageşiyê derdixin.
Bek bilêv kir ku piştî îlankirina OHAL'ê hemû mafê girtiyan ji destê wan hatiye girtin û di bin tecrîdê te ne, daxwazên wan nayê qebûlkirin, dernaxînin revîrê, bersivê nadin daxwaznameyên wan, hevdîtan vekirî mehê carekeî bû lêniha derxistine du mehan.
Bek ji bo girtiyan banga bihistiyariyê kir û xwest meclîs li girtîgehan lêkolînê bike, bi taybetî ji bo girtîgehên Osmaniya û Kurkçulerê komîsyon bê avakirin, ji ber ku rewş mirovan dixe fikaran.
Têkîldarî mijarê îdareya girtîgehê bi hinceta ku rayedar nîne agahî nedan.
(sa)