DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Rojev

ROJEVA 19'Ê COTMEHA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

19 Cotmeh
09:00 2016

* Parêzer Tugay Bek diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê girtî di nava tecrîdê de tecrîdê dijîn û wiha got: "Li girtîgehê rageşiya ku li girtîgehê kaosê zêdetir bike ji aliê îdareyê ve tê zêdekirin û em vê dibînin, dibin şahid."

* Welatîyê astengdar Abdulah Ozcan ê bi lingekî li dijî dewletê têdikoşe û esnafiyê dike û debara malê dike. Ozcan, penîrê ji zozanên Kurdistanê kom dike li sûka Cizîrê difiroşe. Ozcan diyar kir ku ew dibe bi lingekî be lê ew tu caran dest ji berxwedana jiyanî nahêle.

* Akademisyen Doç. Dr. Murat Ozverî, bal kişand ser polîtîkaya dewletê ya li hemberi prsgirêka kurd û kesên têkildar û wiha got: "Li Tirkiye ji destpêkê heta niha yên destê xwe didin pirsgirêka kurd ji aliyê dewletê ve lêdanê dixwin û hesapê vê yekê didin.

* Li Taxa Hacî Bayram a Eyûbiyeya Rihayê, ji ber şaredarî bi hinceta “qada sîtê ye” rê çênake, miştecihên bi pala çiyê ve hildikişin. Ji ber rêyê gelek caran lingê welatiyan şikestiye û her wiha welatiyên nexweşx jî li ser milan dibin ser rê.

* Li navçeya Şemzînanê piştî çalakiya bombeyî ya li dijî Qereqola Dûrê gelek leşkeran jiyana xwe ji dest da û bi dehan welatiyên ku ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin rastî îşkenceyek giran hatin. Her wiha li gel vê çapemeniya hewzê jî, îşkenceyên di raporên nexweşxaneyê de cih girtin û hêj rêça wan diyar in jî, bi weşana dixwaze meşrû bike.

* Li Rihayê di nav ciwanan de bikaranîna tiryakê zêde dibe. Welatiyên Rihayê diyar dikin ku, ji bo ciwan daxilî polîtîkayê nebin, dewlet deriyê bikaranîna tirkyakê li ber wan vedike. Her wiha welatî diyar dikin ku li taxê ewlekarê dibistanekê tiryakê difiroşe ciwan û xwendekaran.

* Rojvanê 5 mehî, Berîtana 2 salî, Diyar û Rojê 9 mehî, bi meha ye tevî dayikên xwe girtî ne. Şermanê 18 mehî û Agîtê 5 salî jî, bi meha ye ji dayika xwe dûr in.

* Serokê Beşa Têkiliyên Navnetewî ya Zanîngeha Amerîkanê Dr. Arzû Yilmaz operasyona Mûsilê û geşedanên ku dê piştî operasyonê xwe bidin der nirxandin û wiha got: “Êdî tu aktoreke navnetewî, herêmî hebûna Tirkiyeyê ya li Iraqê naxwaze û tu zemîneke meşrûiyetî ya vê hebûnê jî tune ye.”

* Li gor nivîskar-dîroknas Erdogan Aydin, polîtîkaya mezhebiyî ya ku Tirkiye di ser Mûsilê re dimeşîne, dê ji bilî xwînkirina birînên ku 1400 sal dîroka îslamê daye der bi kêrî tu tiştekî neyê.

* Li Wanê piştî erdhejê 40 zarokên tevî malbatên xwe li konteyniran dijîn, ji aliyekî hem bi nexweşînan û ji aliyekî ve jî bi hejariyê re rû bi rû mane.

* Li Wanê piştî OHAL’ê, bi operasyonên binçavkirin û girtinan re kapasîteya girtinan hema bêje bûye 2 qat.

* Penbe Ekîn a 55 salî ya ku li mala xwe hat binçavkirin û 27 rojan di hucreyê di bin çavan de ma û hat girtin, endamtiya rêxistinbûyîna YDG-H’ê û beşdarbûyîna çalakiyên wan tê tawanbarkirin.

*Erol Çay ê ku li standa kampanyaya îmzeyan a ku YPGS'ê ji bo aştiyê daye destpêkirin disekine diyar kir ku ew ligel hemû astengiyan jî dixwazin bihistyariya ji bo aştiyê pêş bixin.

* Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê dê rapora binpêkirinên mafan ên 9 mehên 2016'an dê li avahiya xwe aşkera bike. (12.00)

* Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê dê binpêkirinên mafen ên piştî îlankirina OHAL'ê aşkera bike. (11.00)

* Doza qatlîama ku di 5'ê hezîrana 2015'an de li Amedê pêk hat dê li 2'yemîn DAdgeha CEzaya Giran a Sîncanê ya Enqereyê bê dîtin. (09.30)

* Endamên MEclîsa Dayikên Aştiyê yê Stenbolê bi daxwaza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û vegera Mutabaqata Dolmabahçeyê dê cara 50'emîn li ber Qesra Dolmabahçeya Stenbolê çalakiya xwe ra rûniştinê li dar bixin. (13.00) BI DÎMEN E

* Însiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re dê rapora binpêkirinên mafan ên li girtîgehan a piştî îlankirina OHAL'ê li avahiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê aşkera bike. (12.00) BI DÎMEN E

POLÎTÎKA

* Cataliana Biaz a ku bi nasnameya xwe ya jinê ve tevlî muzakereyên aştiyê yê di navbera hikûmeta Kolombiyayê û FARC'ê bû di pêvajoya muzakereyan de bal kişand li ser bi biryaribûna îradeya siyasî û aliyê sêyan. Diaz diyar kir ku di referandumê de encama "na" ya ku derketiye nayê wateya şer.

JIN

* Jinên gundên Rindikê û Gundê Seyda yên CCataliana Biaz a ku bi nasnameya xwe ya jinê ve tevlî muzakereyên aştiyê yê di navbera hikûmeta Kolombiyayê û FARC'ê bû di pêvajoya muzakereyan de bal kişand li ser bi biryaribûna îradeya siyasî û aliyê sêyan. Diaz diyar kir ku di referandumê de encama "na" ya ku derketiye nayê wateya şer.

* Civaknasa Navenda Şêwirmendiya Jinê ya Sema Yuceyê Ozlem Arici got, OHAL herî zêde jiyana jinê bi sînor kiriye.

ABORÎ

* Ji Îskenderûnê heta Antalyayê seranserên rûbaran HES tê avakirin û santralên Nukleerê tên çêkirin. HES û nukleerên tên avakirin zerarek mezin dide turîzmê. Kesê karê turîzmê dike Tevfik Ovacık, polîtîkayên AKP'ê yên enerjiyê rexne kir û diyar kir ev polîtîkayên enerjî û aboriyê zerarê dide turîzmê.

* Di 93 salê Komara Tirkiyeyê û di serdemên 65 hikûmetên heta niha hatine avakirin de, dema mirov li rêjeyên mezinbûyîna aboriya wê û ji salên 80’yî heta niha li paydariya wê ya ji aboriya cîhanê girtiye dinihêre, dîmeneke kulek û çolax derdikeve pêşberî mirov.



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN