DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Jinan qeyûm û girtina saziyên jinan şermezar kirin

 
18 Cotmeh
17:01 2016

AMED (DÎHA) - Hevşaredarên jin ên DBP’î yên herema Amedê û xebatkarên jin ên şaredariyan li dijî tayînkirina qeyûman û girtina saziyên jinan ên di bin banê şaredariyên DBP’î şermezar kirin û li dijî van pêkanînan nerazîbûn nîşan dan.

Hevşaredarên DBP’î yên jin ên herema Amedê li dijî tayînkirina qeyûmên ser şaredariyên DBP’ê û girtina saziyên jinan ên di bin banê şaredariyan de bi daxuyaniya çapemeniyê şermezar kirin û nerazîbûn nîşan dan. Daxuyanî li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pêk hat û gelek hevşaredar û jin beşdar bûn.

Li ser navê jinan Hevşaredara Hezroyê Guler Ozavci daxuyanî xwend û bibîr xist ku di konsepta şerê ku ev salek zêdetire li Kurdistanê tê meşandin de gelek kes hatin qetilkirin û got ku bi hezaran mal hatin xerakirin û bomberankirin. Ozavci destnîşan kir ku jinên li dijî şer aşitî parastin hatin qetilkirin, îşkencekirin û girtin û wiha got: “Li hemberi van hemû zordariyan gel biryara xwerêveberini da û bi biryarî xwedî li mafê xwe derket. Di çarçoveya Biryara di Hikmê de Qanûn tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên me, her roja ku diçe li ser jinan û gelê me êrîşên xwe zêde dike.”

Ozavci bang li jinan kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Çawa ku gelê kurd darbeya 12’ê Îlonê nas nekir dê van qayûman ji nas nake. Hikumet li şûna ku pirsgirêkan çareser bike her roj bi awayekî dij demokrasî pirsgirêka zêdetir û kûrtir dike.”

(kom/bg)




ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN