Kesên tên binçavkirin dibin salona sporê
AMED (DÎHA) - Hêjmara kesên hatin binçavkirin û li nezaretxaneya Midûriyeta Polîsan a Ametê tên girtin 250 derbas kir. Ji ber ku êdî cih li nezaretxaneyan neba, kesên tên binçavkirin wan dibin salona sporê.
Li Kurdistanê bi îlana OHAL'ê re hêjmara kesên tên binçavkirin û girtin pir zêde bû. Bi taybetî piştî îlana OHAL'ê herî zêde siyasetmedarên kurd û kesên muxalif tên binçavkirin. Li amedê jî ji ber ku heta niha 250 kes li midûriyeta polîsan di bin çavan de ye, li nezaretxaneyê cih nema. Ji kesên hatin binçavkirin zêdeyî 100 kesan endam, rêveber û hevserokên HDP û DBP’ê ne. Hin kes li midûriyeta polîsan hin kes li TEM'ê û hin kes li Dibistana polîsan tên girtin. Parêzerên çûn hevdîtina kesên hatine binçavkirin diyar kirin ku niha li TEM'ê zêdeyî 250’ên di bin çavan de hene. Parêzeran anîn ziman ku ji ber hêjmar pir zêde bûye yên mêr li Salona sporê yên jin jî li nezaretxaneyan tên girtin. Disa hat zanîn ku di nava kesên hatine binçavkirin de jî tu kesên ji doza “PDY/FETÖ” hatine binçavkirin tune ye.
(mae)