DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Zarokê birîndar ji beşa lênêrîna giran derxistin

 
18 Cotmeh
16:31 2016

WAN (DÎHA)- Li Geverê zerokê bi navê Hakan Ayvalik ê 10 salî yê ji ber teqîna madeyekî li ereziyê ditibûn birîndar bû li beşa lênêrîna giran hat derxistin.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê di 12'ê cotmehê de li taxa Cumhuriyetê zarokên ku li ereziyê cîsmek dîtin teqiya zarokê 10 salî yê bi navê Hakan Ayvalik ê birîndar û bi sewqî Wanê hat kirin ji beşa lênêrîna giran dihat dermankirin ji vî beşê derket. Ayvalik ê ku li Navenda Tibê ya Dursun Odabaşi ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê hate emeliyatkirin dê demeke din jî di bin kontrola bijîşkan de be.

Bavê Ayvalik, Ahmet Ayvalik got ku hê jî di bedena kurê wî de birîn hene û ji bo lingên wî jî dê tedawiya fîzîk bê kirin.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN