Çalakî û daxuyani li Dîlokê hatin qedexekirin
DÎLOK/DERSIM (DİHA) - Walîtiya Dîlokê heta 31'ê Cotmehê hemû çalakî û daxuyaniyên saziyên civakî û demokratîk qedexe kir. Li Dêrsimê jî Xwendekarên Zanîngeha Munzurê yên stant vekirin bi hinceta OHAL'ê rastî astengiyên polîsên tîmên taybet hatin. Lê xwendekaran bertek nîşan dan û stantên xwe vekirin.
Li Dîlokê Walîtiyê heta 31'ê Cotmehê hemû çalakî û daxuyaniyên saziyên sivîl ên civakî qedexe kir. Walîtiyê daxuyanî da û diyar kir ku di navbera 18- 31'ê Cotmeha 2016'an de hemû çalakî û xwepêşandan li cihê vekirî hatine qedexekirin.
Li Dêrsimê jî xwendekarên zanîngeha Mûnzûrê ku stant vekirin rastî astengiya polîsan hatin. Polîsan bi hinceta OHAL heye hûn nikarin stantê vekin xwest asten bike. Lê xwendekaran bertek nişanî vê yekê dan û piştî niqaşê stant vekirin.
(mae)