DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Xebatkara Weşaxaneya Aramê Ozkeskin beraet kir

 
18 Cotmeh
15:42 2016

AMED (DÎHA) - Xebatkara Weşanxaneya Aramê Emîne Zozan Ozkeskîn ku di fuara pirtûkan de bi hinceta afîşên Sakine Cansiz û Gurbetelli Ersoz daliqandiye heta 5 salan ceza jê re dihat xwestin beraet kir.

Xebatkara Weşanxaneya Aramê di meha Gulanê de di 2'emin Fuara Pirtûkan a Amedê de li ser starta purtîkan afîşên Siyasetmedara kurd Sakine Cansız û Gerînendeya Giştî ya Waşana Ozgur Gundemê ya berê Gurbetelli Ersoz daliqandibû. Piştre polîsan bi ser standê de girtibûn û gelek pirtûkên Aramê desteserkiribûn. Der barê xebatkara Weşanxaneya Aramê Emine Zozan Oskeskîn de jî doz vebûbû û heta 5 salan ceza dihat xwestin. Rûniştina dozê li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Di rûniştina dozê de Emîne Zozan Ozkeskîn û parêzerê wê amade bû. Piştî parastina Ozkeskin û parêzer heyeta dadgehê derd barê Ozkeskîn de biryara beraetê da.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN