DAIŞ’ê 7 gund teslîmî çeteyên Tirkiye piştgiriyê dide kir
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Çeteyên DAIŞ`ê 7 gundên din ên herêma Şehbayê radestî çeteyên ku Tirkiye piştgiriyê dide kirin. Çeteyên DAIŞ’ê yên ji wan gundan derketin berê xwe dan eniyên şer li dijî hêzên şoreşger a li gundên Um Hoş û Um Qura.
Çeteyên DAIŞ`ê duh gundên Iyûn, Xirbe, Berhan, Tenûze, Qerkelbîn, Elwaş û Silsane ku dikeve başûr rojhilatê bajarê Ezazê, radestî çeteyên ku Tirkiye piştgiriyê dide kirin. Radestkirina gundan bê ku şer di navbera herdû aliyan de derkeve pêk hat.
Çavkaniyan raghandin ku çeteyên ku Tirkiye piştgiriyê dide ji bo îdiaya bikin ku li dijî çeteyên DAIŞ`î şer dikin, tenê malên sivîlan ên ku tu kes têde tune ye topbaran dikin.
Balafirên şerê yên artêşa tirk û balafirên Koalîsyona Navnetewî di 5`ê cotmehê de komkujiyek li gundê Silsane pêk anîn. Di encamê de bi dehan sivîlan jiyana xwe ji dest dan.
Ji aliyekî din ve jî Artêşa Şoreşgeran îro bi daxuyaniyekê raghandin ku bi sedan ji çeteyên DAIŞ`ê ji gelek eniya bejahiya Helebê vekşandine û berê xwe didin eniyên şer ên li Um Qura û Um Hoş ku hêzên Şoreşger li wirin.
(sa)