Jinan ji Erdogan û Alpay re name şandin
ENQERE (DÎHA) - Jinê ku endamên Halkevî ne ji bo piştevaniyê ji endamên Lijneya Şewirmendiyê ya Weşanê ya Rojnameya Ozgur Gundemê Necmiye Alpay û Asli Erdogan re name şandin.
Li Enqereyê jinên ku endamên Halkevlerî ne ji bo piştevaniyê ji endamên Lijneya Şewirmendiyê ya Weşanê ya Rojnameya Ozgur Gundemê Necmiye Alpay û Asli Erdogan re name şandin. Jinên ku li Postexaneya Yenîşehîrê hatin cem hev dowîzên "Asli Erdogan ne tenê ye" "Necmiye Alpay ne tenê ye" hilgirtin. Jinan pankarta "Bijî piştevaniya jinan" vekirin û nameyên ku nivîsandin ji Girtîgeha Bakirkoyê re şandin.
Sekretera Jinê ya Halkevlerî Gulşah Oztukr li vir daxuyaniyekî kurt da û diyar kir ku pêkûtiyên li dijî rojnameger û rewşenbîran berdewam dike. Ozturk wiha got: "Asli Erdogan û Necmiye Alpay girtî ne û em jî wekî jin ji bo piştevaniyê name û kartên xwe dişînin. Piştevaniya jinan dide jiyankirin, xurt dike û li cem hev digire."
(sa)