Li Karazê 7 kes hatin binçavkirin
AMED (DÎHA) - Li navçeya Karaza Amedê di nav wan de xebatkarên şaredariyê jî hene 7 kes hatin binçavkirin.
Li navçeya Karaz a Amedê di saetên nîvro de polîsan bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtina malan de hemû alavên malan tevlîhev kirin. Piştî serdegirtinê xebatkarên Şaredariya Karazê Ayşe Kanuszengîn û Aladdîn Demîr li avahiya şaredariyê hatin binaçvkirin. Endamê Meclîsa Şaredariya Karazê Kemal Can, Xebatkarên DÎSKÎ'yê Îslam Şik û Azîz Yildiz, welatiyên bi navê A.Rahîm Aşan û Mahfuz Yildiz jî di serdegirtina malan de hatin binçavkirin.
7 kesên hatin binçavkirin nehat zanîn ji ber çi hincetê hatine binçavkirin û hat hînbûn ku li Miduriyeta Polîsan a Karazê tên ragirtin.
(kom/bg)