DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Mexdûrê mîzansena Sûrê axivî

 
18 Cotmeh
14:17 2016

AMED (DÎHA) - M.S.A. yê ku li Sûrê di dîmenên mîzansenê de cih girtibû li dadgehê axivî. M.S.A. wiha got: "Polîs û leşkeran em anîn ber kolanê û wekî ku em teslîm bûne dîmenên me kişandin. Ji wesayîta kobrayê bi zorê anos bi me dan kirin. Hemû montaj in."

Doza M.S.A. û M.Ş.A yên ku li navçeya Sûrê ya Amedê dema berxwedana de, di 24'ê Sibatê de ji aliyê Serfermandariya Giştî ya Artêşa Tirk ve di çapemeniya AKP'ê de dîmenên ku wekî "Li Sûrê PKK'î wiha teslîm bûn" hatin weşandin û bi zorê figuranî b wan hate kirin li 5'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Herdu kesên bi îdiaya "yekîtiya dewletê xira kirine" tên darizandin û xizmên wan beşdarî dozê bûn. Nîda KUtlu yê ku di dozê de bersûc e û li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê ye ji ber ku nexwest bi SEGBÎS'ê ve îfade bide, îfadeya wî nehat girtin. Piştî tespîtkirina nasnameyan kurteya îdianameyê hat xwendin û M.S.A. parastina xwe kir.

'Bi îşkenceyê dan axaftin'

M.S.A. di parastina xwe de got ku ji bo gerê çûye Sûrê yê 2 meh û niv li wir asê maye, neketiye tu pevçûnan. M.S.A. diyar kir ku dema ku teslîm bûye tu pevçûn tunebûye û wiha axivî: "Piştî ku em teslîmî leşker û polîsna bûn ji me re gotin 'Li Sûrê wekî ku sivil tên qetilkirin nûçeyên derew çêdikin, alîkariyê bidin me.' Em birin serê kolanê û wekî ku em teslîm bûne, asê mane dîmenên me kişandin. Bi zorê kaxiz dan destê me ji wesayîta kobrayê anons dan kirin. Îşkence li me kirin. Lê piştre jî wekî ku di dîmenên di çapemeniyê de derketin min şer kiriye, asê mame û teslîm mame, terorîst im weşan kirine. Ez difikirim hemû montaj in."

'Bênavber hin tişt dan îmzekirin'

M.S.A. xwest ku şopên îşkenceyê nîşan bide lê serokê heyeta dadgehê mudaxale kir û wiha got: "Tu ji min re dibêjî hem PKK'iyan hem jî leşkeran îşkence li min kirin. Şop aydî kê ne ez nizanim. Hewce nîne nîşanî min bidî." M.S.A. got ku di bin çavan de polîsan bi hin teşhîs dane kirin lê ew nerast in û wiha axivî: "Teşhîsên ku min kiriye nerast in. Ez nizamin çend kes teşhîs kir. Lê qasî ku ez ji parêzerê xwe hîn bûm kesên ku min teşhîs nekiriye jî di girtekê de cih kirine. Mİn nexwed û îmze kir. Bênavber hin tişt bi min dan îmzekirin."

Ji ber ku parêzerê M.Ş.A. tevlî danişînên nebûbû îfadeya wî nehat girtin. Piştre parêzerê M.S.A. Lezgîn Baybaşîn axivî û got ku îdianame wekî kopyaya fezleke polîsan e, li Sûrê ji ber ku gelek obus, hewan û bombe hatine bikaranîn normal e ku li ser cilên muwekîlê wî şopên barudê hebe. Baybaşîn anî ziman ku muwekîlê wî di mîzansenekî de dane lîstin û pirsa "çima ev dîmen di dosyayê de tuneye" kir. Baybaşîn got ku nepêkan e ku muwekîlê wî 74 kesên li Sûrê teşhîs bike ev derveyî xweziya jiyanê ye. Piştre heyeta dadgehê biryara berdewamkirina girtîbûna bersûcan da. Doz taloqî çileya 2017'an hat kirin.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN