Di mehekê de 313 kes li herêma Egeyê hatin girtin
18 Cotmeh
13:51
2016
ÎZMÎR (DÎHA) - Li Herêma Egeyê di mehekê de 599 kes hatin binçavkirin û jê 313 kes hatin girtin.
Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê binpêkirina mafên mirovan a herêmê bi raporekê aşkere kir. Li gorî rapora ÎHD'ê li Herêma Egeyê di mehek dawî de 599 kes hatin binçavkirin û 313 kes hatin girtin. Rêveberê ÎHD'ê yê Îzmirê Ahmet Çiçek, diyar kir ku zêdebûna îhlala mafên mirovan fikarên wan zêde dike û wiha got: "Tenê di meha îlonê de 599 kes hatin binçavkirin û 313 hes hatin girtin. 918 penaber dema xwestin derkevin dervê welat hatin binçavkirin û 7 penaber jî noqî avê bûn. Dîsa li herêmê 2 jin hatin qetilkirin. Di xebatên kar de jî 5 kesan jiyana xwe ji dest dan. 42 kes ji dibistanê hatin dûrxistin. 4 hezar û 952 personel ji kar hatin dûrxistin.
(mae)