DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Xebatkarên Radyo Karacadagê hatin girtin

 
18 Cotmeh
13:18 2016

RIHA (DÎHA) - Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu bi şerta kontrola edlî hat berdan, xebatkarên Radyo Karacadagê hatin girtin.

Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu û 3 kesên hatibûn binçavkirin derxistin dozgeriyê. Piştî îfadeyên dozgariyê Surucu bi şerta kontrola edlî hat berdan û Sadik Demîr, Mizgîn Çay û Salîh Erbekler bi îdiaya "endamê rêxistinê ne" sewqî dadgehê hatin kirin û bi heman îdîayên hatin girtin.

Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Surucu di 5'ê mehê de ji ber wêneyên xwe yên li Kobanê kişandiye û di berdameya Radyo Karacadagê de "propagandaya rêxistinê" kiriye hatibû binçavkirin. Serokê Lijneya Rêveber a Firat Basin Yayin A.Ş a ku Radyo Karacadag jî girêdayî ye ku di 30'ê îlonê de hatibû girtin, Sadik Demîr, xebatkarên radyoyê yên berê Mizgîn Çay û Salîh Erbekler jî ji ber heman bernameyê hatibûn binçavkirin û îro hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN