DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Dadgehê cezayê muebetê da mêrê kujer

 
18 Cotmeh
13:12 2016

ANTALYA (DÎHA) - Rûniştina doza Denîz Aktaş ku ji aliyê hevalê xwe Lokman Bariş Çelik ve hat qetilkirin li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Antalyayê hat dîtin. Heyeta dadgehê cezayê muebetê da Bariş Çelîk ê kujer. Der barê 2 polîsên ku bûn şahidê kuştinê jî doz venekir.

Li navçeya Konyaalti ya Antalyayê di 4'ê Adara 2015'an de Deniz Aktaş ji aliyê hevalê xwe Lokman Barış Çelik ve hat qetilkirin. Rûniştina biryara dozê li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Antalya hat dîtin. Di rûniştina dozê de bersûc Çelîk û parêzerê wî Deniz Çakir û malbata denîz Aktaş a hat qetilkirin amade bû. Piştî tespîta nasnameyan Bersûc Çelîk parastina dawî kir. Di serî de der barê Çelîk de rapora dînan hatibû dayîn. Piştî heyeta dadgehê ev rapor qebûl nekir, Çelîk êifadeya xwe guhertt. Çelîk di îfadeyê de wiha gt: "Ji ber ku neheqî li mêrantiya min kir, min jî xwe negirt û min kuşt. Parêzera Aktaş jî diyar kir ku piştî Çelîk Aktaş qetil kir, li şûna polîs Çelîk binçav bikin û bê tesîr bikin, 20 deqîqeyan hewl dan ku wî îkna bikin û der barê polîsan de xwest doz bê vekirin.

Heyeta dadgehê piştî navber da rûniştina dozê, der barê Lokman Bariş Çelîk" de bi sucdariya "Bi zanebûn Deniz Aktaş" kuştiye cezayê muebetê birî. Heyetê daxwaza parêzer a der barê 2 polîsan de jî bi sedema ku berê red kiriye dîsa red kir.

Piştî rûniştinê nûnerên saziyên jinan li ber Edliyeya Antalyayê kom bûn û daxuyanî dan. Li ser navê jinan Sekretera Giştî ya Platforma Em dê Kuştina Jinan Rawestînin a Antalyayê Fidan Ataselim, diyar kir ku ger piştevaniya jinê xurt be encam tê stendin û wiha got: "Di vê rûniştinê de hêza piştevaniya jinê derket holê. Ji niha û şûnde jî em dê li dijî mêrên kujer piştevaniya xwe xurttir bikin."

Piştre parêzera Aktaş Îpek Bozkurt jî anî ziman ku salek û nîv berê ev kuştin aşkere pêk hat û salek û nîv e bi vê dozê eleqeder dibe. Bozkurt, da zanîn ku ji ber der barê polîsan de doz venebûye ev helwest û feraseta dewletêya li henberî jinê nîşan dide û helwesta dadgehê rexne kir.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN