DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Zaroka 6 mehî 15 rojin li qereqolê şîr dimêje

 
18 Cotmeh
12:32 2016

ÎZMÎR (DÎHA) - Malbata ji navçeya Silopiya ji ber zilma dewletê koçî Îzmirê kirin, 15 rojin di bin çavan de ye. Ligel malbatê zaroka 6 mehî Beyza jî diçe li nezaretxaneyê jîr dimêje.

Malbata ji Sîlopya koçî navçeya Karabaglar a Îzmirê kirin, di 3'ê Cotmehê de hatin binçavkirin. Polîsan bi îdîaya "alavên PKK’ê di malê de hene" bi ser malbatê de girt û ji heman malbatê 6 kes binçavkirin. 6 kesên heman malbatê 15 rojin li Midûriyeta Polisan a Îzmirê tên girtin. Di nava 6 kesên hatin binçavkirin dayika zaroka 6 mehî Beyza ji heye. Ji ber ku dayika Beyza hatiye binçavkirin, Beyza ya 6 mehî jî neçarin 15 rojin li nezaretxaneyê şîr dimêje.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN