Dewletê gundê welatiyan firot welatiyan
MÊRSÎN (DÎHA) - Li Sarikaya yê navçeya Erdemlî ya Mêrsînê ji ber gundê wan hat firotin pankarta "Gundê Sarikaya bi destê dewletê tê firotin" vekirin.
Pankart bi hinceta sûc e hat daxistin. Keyayê gund Mustafa Ulak, diyar kir ku ew dê li dijî vê biryarê li her derê çalakiyan pêk bînin.
Dewletê gundê Sarikaya yê Erdemlî yê Mêrsînê bi hinceta "Malê xezîneyê ye û qada daristanê ye" derxistin firotinê. Dewletê bi hinceta di plana 2B de ye ji bo herêma yekemin 60 hezar tl, ji bo herêma duyemîn jî 50 hezar tl û ji bo herêma sêyemin jî 38 hezar tl buha lê hat birîn. Dewletê xwest zeviyan bifiroşe gundiyan. Lê welatî jî bi sedema gelek buha ye nikarin bikirin. Welatiyên gund ev bûyer şibandin fîlmê Şener Şen ê "Zugurt Aga" û pankarta "Ev gund bi destê dewletê tê firotin. Bila deng bê te Serokomarê min bibhîze." Serdozgeriyê komarê yê Mêrsînê jî bi hinceta sûc e destûr neda û pankart da daxistin.
Welatî êdî bêzar bûn
Keyayê Gundê Sarikaya Mustafa Ulak, diyar kir ku bi buhayê dewlet ji wan dixwaze dê bigêje 50-60 mîlyon TL û nikaribin ji bin vê yekê derkevin. Keyayê gund Ulak, diyar kir ku 700 salin li vî gundî dijî û îro dewletê gundê wan xistiye plana 2B û bi buhayekî pir zêde difiroşe wan. Ulak, da zanîn ku rastî neheqiyên gelek mezin dê û ji ber van neheqiyan êdî welatê bêzar bûne. Ulak, da zanîn ku wî zerî li Midûrê Emlaqa Neteweyî û Wezareta Maliyê daye, lê tu encam bi dest nexistiye. Ulak, destnîşan kir ku wî wekîl jî xistin navberê lê ji vê yekê jî encam bi dest nexistiye.
Ulak, bilêv kir ku bi sedsalan e li ser vî gundî dijîn û ev gund ji dapîr û bapirê wan maye û wiha got: "Em dê ji bo mafên xwe têkoşîna xwe berdewam bikin. Di bin gundê de de çavkaniyên madenê tune. Xezîne jî tune. Lê niha dixwazin bi buhayekî per mezin bifiroşin me. Serê dolimê 3 hezar û 6 hezar tl dixwazin. Gundê me ji navendê pir dûr e. Tenê dikanek, kahwexaneyek û çend esnaf hene. Ji bilî vê yekê tiştek tune. Em dê ji bo parastina mafê xwe di ber xwe bidin. Ji bo em bafê xwe biparêzin em dê serî li hemû rêyên demokratîk, zagonî û rewa bidin û em dê tekoşîna xwe berdewam bikin."
(mae)