Bi tevlêbûna tîmên taybet civîna midûrê dibistanan
ŞIRNEX (DÎHA) - Qeymeqamê Cizîrê Ahmet Adanûr piştî wekî qeyûm tayînî Şaredariya Cizîrê hat kirin, ligel tîmên taybet beşadarî civîna midûrên dibistanan bû.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, Qeymeqamê Cizîrê Ahmet Adanur wekî qeyûm tayînî Şaredariya Cizîrê hat kirin. Adanur piştî wekî qeyûm tayînî şaredraniyê hat kirin, tevî polîsên tîmên taybet beşdarî civîna midûrên dibistanan bû. Midûrên dibistanan ên Cizîrê, bi minasebeta perwerdehiya 2016-2017'an civîn pêk anîn. Hemû midûrên dibistanan amade bûn. Qeyûm Adanur jî beşdarî civînê bû. Balkêş e li gel Qeyûm tîmên taybet jî beşdarî civînê bûn. Derdora salona civîne ji aliye sedan polîsan ve hat pêçan. Ketin û derketina salonê bi cîhaza X-Ray hat parastin. Adarûn hefteya borî dîsa bi tevlêbûna sedan polîsan beşdarî bernameya aşûrê bûbû.
(mae)