Bi hezaran iraqî daketin kolanan
18 Cotmeh
10:44
2016
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA)- Li Bexdayê bi hezaran kes daketin kolanan û ji bo şermezarkirina dagirkeriya Tirkiyeyê ber bi sefîrxaneya Tirkiyeyê ve meşiyan.
Li Bexdaya Iraqê bi hezaran kes serê sibehê daketin kolanan û ber bi sefîrxaneya Tirkeyeyê ve meşiyan. Xwpêşandaran li dijî dagirkeriya Tirkiyê li ser xaka Iraqê dest bi çalakiyê kirin. Çalakgeran peyama “Pêwîst e hêzên dagirker li ser xaka Iraqê biçin derve" dan.
Duh Serokê Tevgera Sedir a Iraqê, Muqteda Sedir ji welatiyan xwest ku li dijî dagirkeriya Tirkiyê li ber konsûlxaneya vî welatî çalakî lidar bixin
(sa)