‘Di nava 24 seatan de 9 gund hatin rizgarkirin’
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA)- Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Herêma Kurdistanê ragihand ku di roja yekem a operasyona rizgarkirina Mûsilê de pêşmergeyan 9 gund li herêma Xazir ji çeteyan rizgar kirin.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Herêma Kurdistanê der barê encamên roja yekem a operasyona rizgakirina Mûsilê li herêma Xazir de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Seat 20:00’an roja 17’ê Cotmehê hêzên Pêşmerge li herêma Xazir a rojhilatê Mûsilê gelek hedefên sereke bidest xistin. Di nava kêmtir ji 24 seatan de 9 gund û bejahiyek fireh ser rêya serke ya Hewlêr û Mûsilê bi firehiya 200 km hat kontrolkirin.”
Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Herêma Kurdistanê der barê hêzên beşdarbûne de jî ev agahî da: “Operasyona rojhilat û başûrê Mûsilê bi kordîneya di navbera hêzên Iraqê de pêk hat. Hêzên Koalîsyona navnetewî jî bi piştgiriya xwe 17 çeperên DAIŞ’ê li herêmê bombebaran kir. Di operasyonê de 4 wesayîtên bombebarkirî hatin îmahkirin. Hêzên bêbandorkirina mayînan jî li herêmê xebatên xwe berdewam dikin.”
Di dawiya daxuyaniyê de jî wiha hat gotin: “Herî kêm nêzî 60 sazî û dezgehên ragihandinên navxweyî, herêmî û cîhanî şer li eniya pêş dişopînin.”
(sa)