Erdogan ket nava hewldana hilbijartina pêşwext
ENQERE (DÎHA) - Tirkiye li aliyekî bi hewldana darbeyê re mijûl dibe, li aliyê din bi pergala Serokdewletîbûnê re mijûl dibe. Bi fermana Serokomar Erdogan li ser 170 hezar kesan anketa hilbijartina pêşwext hat amadekirin. Derket holê ku dibe di Nîsan-Gulana 2017'an de biryara hilbijartina pêşwext bê dayîn.
Tirkiye piştî hewldana 15'ê Tîrmehê ket pêvajoya OHAL'ê û rewşek awarte. AKP jî ket pey pergala Serokdewletiyê. Hefteya borî AKP'ê MHP jî kir şirîkê xwe û pergala serokdewletiyê ji nûve xistin rojevê. Hêj Tirkiye pêvajoya 15'ê Tîrmehê, OHAL û pergala Serokdewletiyê niqaş dike, niha jî Serokomar ji bo hilbijartina pêşwext pêk bê anketek da amadekirin. Tê gotin ku dibe Qesr di dawiya Cotmehê de biryara hilbijartina pêşwext bide û ji ber vê yekê kageşî zêdetir bibe.
Li ser fermana Erdogan 3 şîrketên mezin ANDY-AR, A-G û GEN-AR, li ser 170 hezar welatî anket çêkir. Di dîroka Tirkiye de antekat herî berfireh hat lidarxistin. Piştî encama anketa 3 şîrketan ku di 5'ê cotmehê de dest pê kirin bê nirxandin, li bendê ye ku di dawiya cotmehê de biryarek bê dayîn. Tê payin ku Serokomar Erdogan di dawiya cotmehê de biryara hilbijartina pêşwext bide.
Dixwazin HDP’ê di bin bendavê de bihêlin
Di vê anteketê de rewşa HDP'ê jî hat pirsin. Disa rewşa dê benda ji sedî 10'an derbas bike ya na hat pirsîn. AKP'ê û erdogan di hilbijartina 7'ê Hezîranê û 1'ê Mijdarê de xwest HDP'ê di bin bendavê de bihêle. AKP û Erdogan, xwest HDP'ê di bin bendavê de bihêle û tena serê xwe pergala Serokdewletiyê têxe meriyetê. Lê HDP ji bo pergala serokdewletiyê bû asteng. Niha jî tê gotin ku Serokomar Erdogan dixwaze di Nîsan-Gulana 2017'an de biryara hilbijartina pêşwext bigire. AKP û Erdogan bi vê anketê xwest rêjeya dengan a HDP'ê û AKP'e fêr bibe û li gorî pê jî plansaziya pêşerojê bike.
Lê li gorî anketa hat amadekirin HDP ji sedî 11 dengan digire û dîsa bendê derbas dike. Ji ber vê yekê tê paylin ku li şûna hilbijartina pêşwext referanduma Serokdewletiyê pêk bîne.
AKP ji bo darbekaran jî li bersîvê digere
AKP di vê anketê de dîsa li bersîv û berteka darbekaran jî digere û dixwaze helwest û bertekên wan fêr bibe û li gorî wê stratejiyê diyar bike.
Anketa ku nerînên der barê darbekaran û HDP'ê de distîne di dîroka Tirkiye de anketa herî berfihen hatiye amadekirin. Fikara Erdogan ewe ku wekî hilbijartina 1983'an dubare bibe. Piştî darbeya 12'ê Îlonê deriyê çapemeniya muxalif hatibû mohrkirin û tenê medya ku li pişt Kenan Evren mabû. Lê li gel vê yekê di hilbijartinê de Partiya ANAVATAN a Turgut Ozal bi tena serê xwe bû îktîdar. Fikar û tirsa Erdogan jî ewe.
(mae)