Walîtiyê çalakiya HDP'iyan qedexe kir
ANTALYA (DÎHA) - Li Antalyayê çalakiya rûniştinê ya HDP'iyan bi hinceta OHAL'ê qedexe kir, HDP'iyan jî diyar kirin ku ligel hemû qedexeyan dê têbikoşin.
Li Antalyayê çalakiya rûniştine ya ku HDP ji bo şermezarkirina operasyonên qirkirina siyasî li Qada Attalosê pêk tînin walîtiyê bi hinceta OHAL'ê qedexe kir. HDP'iyan qedexeya walîtiyê bi daxuyaniya li avahiya partiyê dan şermezar kirin. Hevseroka HDP'ê ya Antalyayê Songul Şarkli got ku biryara qedexeyê ji aliyê midûriyeta polîsan ve hatiye teblîgkirin û ew ê qedexeyan qebûl nekin û dev ji têkoşîna xwe bernedin.
Şarkli bilêv kir ku çapemeniya hewzê kesên di bin çavan de sûcdar îlan dike û wiha got: "Divê dev ji nêzîkatiya ku li welat ji mexdûriyetan re vedike berdin. Ev qirkirin, binpêkirina mafan a ji dema darbeyên bi serketine qirabtir e bên rawestandin."
(sa)