DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Ji Îbadî ji Erdogan re: Ma we mafên kurdan daye?

 
18 Cotmeh
09:40 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Serokwezîrê Iraqê Haydar Îbadî ji Tirkiyeya ku dixwaze li Başîkayê bimîne peyamên nû şand û pirsa "Gelo we mafên kurdên Tirkiyeyê yên siyasî û leşkerî daye?" kir.

Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî têkîldarî operasyona Mûsilê ya berdewam dike daxuyanî da. Lg gorî nûçeya Almasalahê Îbadê bi sefîrên biyanî yên li Bexdayê re hevdîtin pêk anî û peyamên nû da Tirkiyeyê.

'Ez der barê Tirkiyeyê de xweşbîn nînim'

Îbadî wiha axivî. "Ez der barê nêzîkatiye Tirkiyeyê ya ji bo Iraqê û bi taybetî jî di warê kurkirina bûyeran de xweşbîn nînim. Der barê binpêkirina desthilatdariya Iraqê de ji bo ku hedê xwe derbas nekin em wan hişyar dikin."

'Tirkiyeyê polîtîkaya Sedam qebûlkiriye'

Îbadî nirxandina "Tirkiye ji bo ku pirsgirêkên xwe yên hundirîn bi derve re girêde polîtîkaya Sedam Huseyîn qebûl kiriye" kir û wiha berdewam kir: "Me dustur neda ku bi aweyekî fermî leşkerên Iraqê li ser axa Iraqê bin. Me xwest ku li hemberî hekimiyeta Iraqê û rêzdar bin û ji bakurê welat leşkerên xwe vekişînin. Mayîna leşkerên Tirkiyeyê li herêmê dê zirarê bide têkîliyên herdu welatan a dîrokî."

'Ma we mafên kurdan daye?'

Îbadî got ku Serokomar Tayîp Erdogan gotina "Iraq kurdan asîmîle dike" bi kar aniye û li ser vê gotinê nirxandina " Ez pirsa me we mafên kurdên Tirkiyeyê yê siyasî û leşkerî daye dikim" kir.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN