Koçer di rêya vegerê de ne
WAN (DÎHA)- Koçerên ku li gel şer û qedexeyên AKP’ê yên li Kurdistanê jî zozanên xwe neterikandin, rêwîtiya wan a vegerê dest pê kir.
Koçerên li Zozana Faraşînî ya di navbera Wan, Şirnex û Colemêrgê de ye, ji ber zivistanê vegera wan î ji mecbûrî dest pê kir. Koçerên ku li gel şer û qedexeyên AKP’ê yên li Kurdistanê jî berê dan Feraşînê, di bihar û havînê de li gel hemû qedexeyan jî zozn neterikandin. Koçeran diyar kir ku, dema ew ji bo pêdiviyên xwe dadekitin navedna bajêr li noqteyên venêrînê rastî gefxwarinên leşkeran dihatin û gotin, ew ê sala bêjî biçin zozaman.
Guh nedan qedexeyan
Metîn Ateş ê ku 15 roj berê ji Zozana Feraşînê vegeriya got, ji bo ew xwe bigihînin zozanên li ÇIyayê Bagokê ew 2 meh û nîvan meşiyane. Ateş diyar kir ku, debra wan î îsal ji ber operasyonên dewletê pir nebaş bûye û wiha got: “Salên çûyî debra me baş bû. Çimkî operasyon û bombebaran tune bûn. Lê belê îsal qadên li nêzî me dihatin bombebarankirin. Ji ber vê wê debra ku me dipa bi dest me neket.”
‘Di biharê de em ê dîsa vegerin’
Ateş da zanîn ku, ji ber hewa sar dibe em neçar mane ku zozanan biterikînin û diyar kir ku, ew ê sala bê jî biçin zozanan. Ateş wiha axivî: “Em naçin tu derî, tenê ji bo em heywanên xwe biçêrînin berê xwe didin zozanên germ, lê em ê di destpêka biharê de dîsa biçin. Kuderê qedexe dikin bila bikin, ev qedexe ji bo me ne asteng in. Niha em diçin Bagokê, çimkî ji bo me cihê herî guncav ew der e. Salên berê jî heman qedexe hebûn, lê em dîsa jî derdiketin zozanan. Tenê ew zozana ku em lê bûn, ji bo bi sedan malbatî cihê debarê bû. Bapîrên me bis edan salî ev dikin, em ê jî vê bidomînin.”
(red)