DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Ji girtiyan ji bo çapemeniya azad kampanya

 
18 Cotmeh
09:17 2016

KOCAELÎ (DÎHA) – Girtiyên PKK’yî yên li Girtîgeha Tîpa F a 2’yan a Kandirayê dimînin, ji bo piştevaniya bi çapemeniya azad re, ji bo 23 radyo û TV’yan kampanya dan destpêkirin. Her wiha dê girtî, ji bo 23 TV û radyoyên hatin girtin, di serî de RTUK dê name û faksan jî ji bo gelek saziyan bişînin.

Girtiyên PKK’yî yên li Girtîgeha Tîpa F a 2’yan a Kandirayê dimînin, ji bo piştevaniya bi çapemeniya azad re, têkildarî girtina Med Nûçe TV’ya ya ji aliyê şîrketa Fransî ya Eûtelsatê û 23 radyo û TV’yên bi Biryarnemeyên di Hukmê Qanûnan hatin girtin kampanya dan destpêkirin. Girtiyên ku ji bo şermezarkirina girtina Med Nûçe TV’yê ji Balyozxaneya Fransayê re faks û name şandn, ji bo 23 TV û radyoyên hatin girtin, di serî de RTUK ji bo gelek saziyan jî dê name û faksan bişînin.

'Dê nikaribin denngê me qut bikin’

Nûçegîhanê ajansa me Mûhammed Dogrû yê ku ji Girtîgeha Tîpa F a 2’yan ya Kandirayê bi nameyekê kampanya ragihand got, girtî li cem çapemeniya azad in. Dogrû di nameyê de wiha got: “Her çiqas em girtî, bi awayekî kêm be jî plîtîkayên zext, zorî, bîad û bêdengkirina arasteyî çapemeniyê dişopînin. Li vir em ji bilî çapemeniya hewzê ya AKP û Qesrê tu weşaneke muxalîf li vir nabînin. Jixwe rejîma faşîst di bin navê OHAL’ê de hemû qenal û radyoyên muxalif girtine, di ser de jî amûr û amrazên wan xespkirine û radestî TRT’yê kirine. Em di wê ferqê de ne ku dê ev me bêdeng nekin û dê di warê ragihandina me yî rastiyan de nikaribin bibin asteng. Em vê di çaryeka tarîha çapemeniya azad de jî dibînin.”

Dê name û faks ji bo RTUK’ê bên şandin

Dogrû diyar kir ku, girtiyên PKK’yî yên li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê li dijî polîtîkayên arasteyî çapemeniya azad t: “Di serî de der barê şîrketa Eûtelsatê ya weşana Med Nûçeyê rawestan û bi RTUK’ê re tevdigere, ji Balyozxaneya Fransayê re name û faks hatin şandin. Di name û faksan de banga, devjêberdana tevgerînên ên wek RTUK’ê û domandina weşana Med Nûçeyê hat kirin. Her wiha ji bo şermezarkirina girtina televîzyonên wek Zarok TV, ÎMC TV, Hayatin Sesî, Ozgur Gunn TV û Ozgur Gun Radyo ê radyo û qenalên din, em ê name û faksan di srî de RTUK û saziyên re bişînin.”

Ji girtiyan silav ji bo çapemeniya berxwedêr

Dogrû li ser navê girtiyan kedkarên çapemeniyên yên li ber xwe didin silav kir û wiha got: “Girtî, ji derve nûçeyên rast û objektîf ji çapemeniya azad werdigirin û di heman demê de dengê zindana jî dîsa çapemeniya azad e. Ji ber vê çapemeniya azad nayê tepisandin û bêdengkirin.”

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN