DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

112 roj in tu agahî ji bavê 6 zarokan Ceylanî nayê girtin

 
18 Cotmeh
09:15 2016

MÊRDÎN (DÎHA) - Îsam Ceylan (36) ê ku bi firotina nanî debara zarokên xwe dikir, ji 29'ê hezîrana heta niha winda ye. Dayika Ceylan, Selîme Ceylan diyar kir ku ev 5 meh e ew tu agahiyê ji kurê xwe negirin û got, kurê wê di dest kî/ê de be bila wî berdin.

Bavê 6 zarokan Îsam Ceylan (36) ê ku dema di 29'ê hezîranê de li gundên navçeya Mehsertê ya Mêrdînê nan belav dikir û winda bû, hîn jî tu agahî jê nayên wergirtin. Ceylan herî dawî li gundê Miştînê hatiye dîtin û wesayeta pê nan belav dikir li ser rêya heman gundî hatiye dîtin. Malbata Ceylan, ji ber ku agahî jê negirtin serî li cendermeya navçeyê, dozger û herî dawî serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxa Mêrdînê dan. Lê heta der barê Ceylan de, tu agahî nehatine wergirtin.

'Xew nakeve çavên wan'

Dayika Ceylan, Selîme Ceylan dest nîşan kir ku, kurê wê ji 29'ê hezîranê heta niha winda ye û wiha axivî: "Zarokên wî her tim li bavên xwe dipirsin. Xew nakeve çavên wan. Dayik ji xwe pir nexweş e. Nikare li xwe binêre. Ne şeva me heye, ne roja me. Ev 5 meh in em çawa dijîn tenê Xwedê dizane. Tu sûcê kurê min tune ye. Kurê min di destê kî/ê de be bila wî bidin bextê 6 zarokên wî. "

'Kesên bavên me revandiye bila demildest wî bidin me'

Keça Ceylan, Zeynep Ceylan jî der barê bavê xwe de wiha axivî: "Tu sûcê bavê min tune ye. Tenê sûcê wî ji bo zarokên xwe bi şev û roj dixebitî. Em dixwazin kesên bavên me revandiye, bila demildest bidin me. Wekî dinê em tiştekî naxwazin."

' Me serî li cenderme û dozgeriyê da, lê tu deng ji wan derneket'

Birayê Ceylan, Adnan Ceylan jî anî ziman ku tu neyarên birayê wî, deyndarên wî tune ne û wiha axivî: "Birayê min yekî bi keda xwe ji bo zarokên xwe dixebitî. Tu zirara wî nedigîhaşt kesî. Hevsera wî ji xwe nexweş e. Me serî li cenderme û dozgeriyê da, lê tu deng ji wan derneket. Herî dawî me serî li ÎHD'ê da. Em dixwazin hemû rayedar ji bo birayên min têkevin nav hewldanekê û demildest birayên min bibînin."

(kom/no/red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN