Li Êlihê kontra kirin qeyûm!
ÊLIH (DÎHA) – Li Êlihê, Abdûlvahap Asma ê ku bi salan Mudurtiya Nivîsgehiya Taybet a waliyê Êlihê yê berê Salîh Şarmanî kir û di dema peywirdariya xwe de beşdarî înfazan dibû û ji bo vê yekîneyên taybet ava kiribû, niha wek qeyûm tayînî Alîgiriya Serokê Şaredariya Êlihê bû.
Salîh Şarman ê ku did ema Serokwezîrtiya Tansû Çîllerê û Serfermandariya Giştî ya Dogan Gureş de li Êlihê hem walîtî û hemşî serokatiya şaredariyê kir, niha jî mudurê wî yê nivîgehê Abdûlvahap Asma ji bo Alîgiriya Serokê Şredariya Êlihê wek qeyûm hat tayînkirin. Şarmanê ku di 272ê îlona 1993’yan de hat Êlihê, wê serdemê li bajêr li dijî kurdan kiryarên nediyar, îşkence û gendelî bi awayekî zêde xwe didan der. Her wiha bi serdegirtin û êrîşên polîsan ên ku wê demê her tim bi înfazan encam dibû û bi li Êlihê bi avakirina Yekîtiya Tevgera Taybet (KOHB) her di rojevê de bû. Di wê serdemê de li Êlihê 205 “kiryarên ndeiyar” pêk hatibûn. Li gel vana, niha jî Abdûlvahap Asma ê ku mudurtiya nîvîsgeha taybet a Şarman dikir, ji aliyê AKP’ê ve tayînî şaredariyê bû.
Di dema şerê taybet de mudurê nîvîsgeha taybet bû
Abdûlvahap Asma ê ku wê demê di nav dewleta kûr û nepen de dixebitî, li Êlihê bi rêzê ev kar kirine; Muduriyeta Nivîsgeha Taybet a Walîtiya Êlihê, Muduriyeta Karên Nivîsan a Qaymeqamtiya Hezoyê, Muduriyeta Îdareya Koçberiyê ya Walîtiya Êlihê. Tê diyarkirin ku, Asma tam dijminekî kurda ye û di salên 1990’î de di nav şerê qirêj de cih girtiye. Dema mirov li serdemên û bi kesên ku Asma bi wan re wek peywirdar xebitiye dinihêre, diyar dibe ku tam elemanekî şerê taybet e.
Îdiaya fesadîkirina îhaleyan
Yek jiw an îdiayan ew e ku, dema Asma mduriyeta nivîsgeha taybet a Walîtiya Êlihê dikir, îhaleya avahiya termînala Balafirgeha Êlihê ye. Di 994’an de îhaleya ku ji bo termînala balafirgehê hat vekirin, tenê 2 fîrma beşdarî vê bûn û Şîrketa Taahhut û Sanayiya ya Erîn Înşaatê îhale qezenc kir. Fîrma ji bo karên li bajêr bişopîne wekaletê dide Mudurê Nivîsgeha Taybet ê Walîtiya Êlihê Abdûlvahap Asma. Li ser navê dewletê ji bo îhaleya Termînala Balafirgeha Êlihê Walî Şarman , li ser navê fîrmaya ku îhale qezenckiriye yanî Fîrmaya Erîn Înşaatê jî Abdûlvahap Asma îmze avêt. Birayê Asma, Halûk Asma ê ku wekaleta fîrmayê hilgirt ser xwe jî, piştî peymana vê îhaleyê bikaranîna kafeteryaya termînalê bi dest xist. Piştî vê peymanê, hîn jî nayê zanîn ku birayê Abdûlvahap Asma çawa bikaranîna kafeteryaya termînalê bi dest xistiye.
Pişt re li gel vana hemûyan der barê waliyê berê Şarman de hin doz hatin vekirin û Şarman ji peywirê hatibû dûrxistin, lê Asman tayînî Muduriyeta Karên Nivîsan a Qaymeqamtiya Hezoyê hatibû kirin.
(red)