Girtiyê hucreyê dest bi grava birçîbûnê kir
AMED (DÎHA) – Şervan Yilmaz ê ku li Girtîgeha Antalyayê 3 meh in bi awayekî kêfî li hucreya yek kesî di bin tecrîdê de ye, ji bo dawî li van pêkaninên kêfî bê dest bi greva birçîbûnê kir.
Şervan Yilmiz ê ku li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê 3 meh in bi awayekî kêfî li hucreya yek kesî tê ragirtin û bi tu awayî nahêlin bi hevalê xwe re hevdîtinê pêk bîne. Piştî hemû hewldan bê encam man, Yilmaz du dest bi greva birçîbûnê kir. Dayika ervan Yilmaz Ayfer Yilmaz a ji jiyana kurê xwe bi şik û gumana bi daxwaza alîkariya huqûqî serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê da.
Yilmaz têkildarî mijara kurê xwe axivî û diyar kir ku, kurê wê xwendekarê zanîngehê bû ev 6 sal e bi awayekî derhuqûqî tê girtin. Yilmaz wiha vegot: “Bi hinceta li girtîgehê ‘cih tune ye’ ev 3 meh ekurê min li hucreyeke yek kesî tê girtin. Ji bo kurê min ji hucreya yek kesî bê derxistin, min bi mudurê girtîgehê re hevdîtin pêk anî. Soz da min ku ew ê wî bişîne nav hevalên wî. Lê belê li ser sozê xwe nesekinî. Kurê min berê jî 9 rojan ketibû gireva birçîbûnê. Wê çaxê jî soz dabûn, ew ê wî ji hucreya yek kesî derxînin. Vî sozê xwe jî bi cih neanîn.”
Yilmaz ragihand ku, kurê wê herî dawî di 14’ê cotmehê de pê re axiviye û gotiye ew ê roja duşemê dest bi gireva birçîbûnê bike. Yilmaz ji bo dawîlêanîna vê derhuqûqiyê wiha bang kir: “Kurê min ji min re got, ‘Ev 3 meh e bi awayekî derhuqûqî li vir têm ragirtin. Heke tiştek bê serê min berpirsiyarê wê îdareya girtîgehê ye.’ Ji stuyê xwe û newqa xwe neweşe , fitqoyî ye. Ez ji jiyana wî bi şik û guman im. Ez ê giliyê îdareya girtîgehê bikim. Ma meriv li girtîgehê ceza li ser ceza dide? Ez li vir bang Wezaretê Dadê dikim. Bila dawî li vê derhuqûqiyê bê.”
(red)