DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Tuncel: Armanc ne Mûsil e, kurd in

 
18 Cotmeh
09:05 2016

AMED (DÎHA) - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel diyar kir ku, li Rojhilata Navîn û li Kurdîstanê gelê kurd û piştevanên wan, li cîhanê çeteyên DAIŞ'ê teşhîr kirin û got ku, armanca Tirkiyeyê ne Mûsil e, armanca wan î sereke li dijî destkeftiyên kurda ye.

Li Rojhilata Navîn her ku diçe şer mezin û kûrtir dibe. Bi taybetî jî şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê tê meşandin. DAIŞ ji hezîrana 2014'an ve bajarê mezin ê duyemîn Mûsila Iraqê dorpêç kiribû û xistibû bin kontrola xwe. Bi hevkariya hêzên koalîsyonê, artêşa Iraqê û pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê ji bo Mûsil ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar bibe pêngava azadiya Mûsilê hat destpêkirin. Niha operasyona li Mûsilê di rojeva hemû cîhanê de ye. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel têkildarî operasyona Mûsilê ji DÎHA'yê re axivî û nirxandinên girîng kir.

'Li Rojhilata Navîn şerê 3'emîn ê cîhanê tê meşandin'

Tuncelê diyar kir ku, li Mûsilê li dijî DAIŞ'ê operasyoneke girîng a ku dê encama wê bi mirin be jî dest pê kiriye û got ku, bi vê operasyonê re li Rojhilata Navîn Şerê 3'emîn yê Cîhanê tê jiyîn. Tuncelê balê kişand ser şerê mezin ê li Rojhilata Navîn û wiha got: "Ev şerê ku dest pê kiriye ne leşkerî ye. Ev şer li Rojhilata Navîn, li ser çand, aborî û jinê tê meşandin. Lê pêwîste li dijî gelan û çandan ev şer neyê meşandin. Rojhilata Navîn, ji bo gelan pir girîng e. Çeteyên DAIŞ’ê û wek çeteyên dinê jî êrîşan li ser vê axa qedîm û gelên pîroz didin meşandin. DAIŞ û hevkarên wê dixwazin gel bixin sînga hev û qirkirinê pêk bînin."

'Kurdan DAIŞ'ê teşhîr kir'

Tuncelê da zanîn ku, operasyona li Mûsilê hatiye destpêkirin bi sedama şerê li Rojhilata Navîn hatiye destpêkirin û wiha axivî: "2 sal berê çeteyên DAIŞ'ê li ser Mûsilê operasyonek pêk anîn û Mûsil ket destê çeteyên DAIŞ'ê. Çeteyên DAIŞ'ê xwe li Mûsilê wek dewletên îslamî nîşan da. Çeteyên DAIŞ'ê li Sûriyê qetlîam pêk anîn. Têkoşîna azadiya gelan YPG, YPJ û PYD berxwedana xwe xûrtir kir û çeteyên DAIŞ'ê teşhîr kirin. Gelê kurd li dijî çeteyên DAIŞ'ê têkoşîneke gelek mezin dan der. Dewletên ku alîkariya çeteyên DAIŞ'ê dikin, ew jî hatin teşhîrkirin."

'Armanc ne Mûsil e, kurd in'

Tuncelê di berdewama axaftina xwe de dest nîşan kir ku, Tirkiye ne li dijî DAIŞ'ê dixwaze li dijî kurdan şer bike û got ku, armanca Tirkiyeyê ne Mûsil e, armanca wê kurd in. Tuncel anî ziman ku, Tirkiye dixwaze di bin navê Mûsilê de êrîşî kurdan bike û hemû destkeftiyên kurdan têk bibe û got, lê Tirkiye dê nikaribe destkeftiyên kurdan têk bibe û li gel hemû polîtîkayên Tirkiyeyê jî, dê tifaqa kurdan pêk bê.

(ra/bg/red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN