Ji komeleyên elewî û ermenan banga têkoşîneke hevpar
AMED(DÎHA)- Nûnerên komeleyên elewî û ermenan ên ku li dijî pêkûtiyên arasteyî çapemeniya kurd û muxalif bertek nîşan dan wiha got: “Bi girtina TV û radyoyayan, dixwazin di civakê de dengê derdor û baweriyên cihê bitepisînin.”
Piştî hewldana derbeya 15’ê Tîrmehê bi îlankirina OHAL’ê re zext û zoriyên ku li ser çapmeniya kurd û muxalif bi awayekî sîtematîk pêş ketin, bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnan de herî dawî ev zext bi girtina dezgehên heman çapemeniyê bi encam bû. Li dijî girtina TV 10 a ku deng û rengê elewiyan dida der, Zarok TV’ya ku bes fîlmên kartonî yên zarokan diweşand, qenalên ku bi zaravayên kurmancî û zazakî yên kurdî weşana xwe dikirin û gelek qenalên muxalif bertekên civakê didomin. Di vê çarçoveyê de Serokê Şaxa Komeleya Pîr Sûltan Abdalê ya Amedê Cafer Kolûman û Serokê Komeleya Ermenan a Mezopotamyayê Arat Karagozyan êrîşên li ser çapemeniyê û bandora wê yî li ser kesimên kêmar nirxandin.
‘Dengê elewiyan qut kirin’
Serokê Şaxa Komeleya Pîr Sûltan Abdalê ya Amedê Cafer Kolûman diyar kir ku, bi îlankirina OHAL’ê re ew bi derbeyeke sivîl re rû bi rû mane û anî ziman ku, Serokomar Erdoganî vê ji xwe re wek firsendekê veguherandiye û dixwaze bi qutkirina dengê çapemeniyê re kesimên muxalif bitepisîne. Kolûman wiha got: “Di encama êrîş û zextên li dijî çapemeniyê, dnegê em hat qutkirin. Dengek heye, lê ew derfetên ku vî dengî hêl bike hatin tunekirin.” Kolûman li dijî van pêkûtiyan wiha bertek nîşan da: “Em ê di 23’yê cotmehê de çalakiyeke Aşûreyê li dar bixin, lê em vê bi rêya çapemeniyê nikarin ragihînin. Bi vî awayî dixwazin dengê me qut bikin. Em ê çawa ragihînin? TV 10’a ku deng, reng û çanda elewiyan radigihand hat girtin. TV 10 ji anatolyayê bigirin hetanî her derê Kurdistanê dengê elewiyan radigihand. Girtina TV 10’ê û qenalên din rewşeke tirsnak e.”
Banga têkoşîneke hevpar
Kolûman di qanûna bingehîn de mafê nûçegirtina gel bi bîr xist û diyar kir ku, tenê hinceta girtina TV û radyoyan OHAL e. Kolûman diyar kir ku, paradîgmaya heyî li ser asasên feraseteke tekbûyî ye û ragihand ku, ev feraseta tekbûyî li ser çapemenyê jî xwe daye der. Kolûman ê ku got, AKP çapemeniyeke ku bes di leha wê de diaxife afirandiye û çapemeniya ku li dijî vê ferasetê wek xetere dibîne. Kolûman wiha axivî: “Em elewî, kurd, sosyalîstên çepgir mexdûr in. Lê belê ji ber mafê gel ê nûçegirtinê hat astengkirin, nayê wê wateyê ku dê gel dev ji têkoşîna xwe yî demokratîk berde. Ev prisgirêka me hemûya ye.” Kolûman ê ku banga tekoşîneke hevpar kir wiha got: “Wek mafê me yî nûçegirtinê û ragihandina dengê me, divê em bi reng, deng û nasnameya xwe wek Aşûreyê di pareke hevpar de bigihên hev.”
"Muhalif medyanın susturulması hükümetin faşizan politikalarındandır"
Serokê Komeleya Ermenan a Mezopotamyayê Art Karagozyan jî diyar kir ku, bêdengkirina çapemeniyê tesîreke neyînî li wan kiriye û got, êrîşên li dijî çapemeniyên yên bi bi bahaneya OHAL’ê xwe dan der, dibe ku rewşên wehîmtir jî bide der û ew ji ber vê bi endîşe ne. Karagozyan hemû zext û pêkûtî şermezar kirin û wiha axivî: “Em wek kesimên kêmar, me bi rêya TV û radyoyên ku li herêmî weşana xwe dikirin dengê xwe radigihand, lê belê niha derfeteke me yî wiha nemaye. Heke em çalakiyekê bikin, dezgeheke çapemeniyê ku em gazî wê bikin tune ye û ji ber çapemeniya hewzê jî li gor polîtîkayên hikûmetê tevdigere, ji xwe em gazî wê nakin. Girtina qenalên ku deng û çanda kêmaran radigihand, encama polîtîkayên faşîzan ên hikûmetê ne.”
(red)