DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Hikûmeta AKP'ê li Cizîrê çi vedişêre?

 
18 Cotmeh
09:01 2016

AMED (DÎHA)- Serokê Koma Partiya Keskan a Swîsreyê Baltthasar Glattli tespîtên girîng kir. Glattlî nirxandina "Hikûmeta Tirkiyeyê dixwaze tiştên li Cizîrê qewimî veşêre û bi awayekî stratejîk kundan ji qadên jiyanê qut dike û dide koçberkirin" kir.

Seroka Koma Partiya Keskan a Swîsreyê Baltthasar Glattli ji bo li binpêkirinên mafan ên li Kurdistan û Tirkiyeyê lêkolîn bike hat herêmê. Glattlî diyar kir ku wî li ser agahiya ku li Kurdistanê bi qedexeyan ve qatlîam û xirakirin hatiye jiyîn, mirov ji qadên xwe yên jiyanê bi zorê hatine koçberkirin hatine heramê. Glattlî têkîldarî lêkolîn û çavdêriyên xwe yên li Cizîrê ji ajansa me re nirxandin kir.

Parlamenterê HDP'ê Faysal Sariyildiz gotibû ku ew ji bo ku delîlê qatlîama li Cizîrê qêşkêşî NEteweyên Yekbûyî (NY) bikin amade ne û belge û agahî dabû. Sariyildiz agahiya ku li Cizîrê di qedexeya 79 rojan berdewam kir de 24 jê zarok 257 kes bi jêrzemînan hatine şewitandin dabû. Glattlî di çarçoveya van agahiyan de li Cizîrê lêkolîn kir. Glattlî di encama lêkolînan de çavdêriyên xwe par ve kir û got ku wekî parlamenter yekem car e ku bi hinceta ewlehiyê ji aliyê evqas polîsan ve tê pêşwazîkirin û wiha axivî: "Ji her 50 metreyî noqteyê lêkolînê heye û polîs her tim dişopînin û li pey me dihatin. Ev bi tena serê xwe binpêkirin e."

Lêkolînkirina li Cİzîrê hat astengkirin

Glattlî anî ziman ku têkîldarî binpêkirinên li Cizîrê, hevşaredar Leyla Îmret re hevdîtin pêk anîne û hewldana wan a serdana taxên ku hatine xirakirin û welatiyên ku koçber bûne ji aliyê hikûmet û walî ve hatiye astengkirin û wiha berdewam kir: "Li Dêrgulê me xwest biçin herêma konan lê dema ku em çûn wê derê bi hinceta operasyon heye me negirtin. Lê me dît ku destur dan wesayîtên beriya me derbas bûn. Em bi taybetî hatin astengkirin. Em tenê çûn taxa Nûrê ya hatiye xirakirin."
'Dewlet dixwaze tiştên li Cizîrê diqewime veşêre'

Glattlî di encama lêkolînên li Cizîrê kiriye de du tespîtên balkêş kir. Yek ji wan ew e; şopandina polîsan û pêkûtî anîn, desturnedayîna walîtiyê ji bo taxên hatine xirakirin û astengkirina konên ku welatiyên hatine koçberkirin bi cih bûne. Glattlî di encama vê de got ku hikûmeta Tirkiyeyê hewl dide ku li sir tiştên li Cizîrê qewimiye bigire û veşêre.

'Kurd bi awayekî ztratejîk tên koçberkirin'

Wekî tespîta duyemîn jî got ku gelê Cizîrê naxwaze qadên xwe yê jiyanê biterikîne lê dewlet bi awayek^istratejîk kurdan ji koka xwe, ji qadên xwe yên jiyanê hewl dide bide koçberkirin. Glattlî wiha berdewam kir: "Şaredarî dixwaze ji bo gel bi cih bibe alîkariyê bide lê ji bo vê yekê jî xebat û projeyên w wan hene lê ev xebat bi zanebûn ji aliyê hikûmetê ve tê astengkirin. Ev polîtîkaya koçberkirinê ya hikûmetê ya li dijî kurdan nîşan dide. Xirakirina malên sexlem jî mînaka vî ya şenber e."

Glattlî diyar kir ku binpêkirinên mafan ên cidî hene, niha mirovên li herêmê di bin pêkûtiyên cidî de ne, dewlet malên saxlem jî xira dike û tu gavan jî navejê, li Cizîrê hikûmet nahêlê ku hin komîsyon û saziyên navneteweyî çavdêriyan bike ji ber vê yekê jî ev serdaneke gelek derengmayî ye. Glattlî destnîşan kir ku ew ê ji hikûmeta xwe bixwazin bikevin nava hewldanan, tiştên ku kurd dijîn ji raya giştî û hikûmeta xwe re bi awayekî zelal vebêje.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN