Ji bo Fermandarê HPG'yî Guneş li Stewrê konê şînê hat vedan
MÊRDÎN (DÎHA) - Ji bo Fermandarê HPG'ê Serhad Guneş (Serhed) ê ku li Colemergê jiyana xwe ji dest da, li navçeya Stewrê ya Mêrdînê konê şînê hat vedan.
Ji bo Fermandarê HPG'ê Serhad Guneş (Serhed) ê ku li navçeya Çelê ya Colemergê jiyana xwe ji dest da, li gundê Barmanê yê Stewrêya Mêrdînê konê şînê hat vedan. Nûnerên MEYA-DER'a şaxa Mêrdînê, rêveberên HDP û DBP'a yên Mêrdînê, endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê û bi sedan welatî tevlî şînê bûn. Li cihê şînê wêneyê Guneş û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin daliqandin.
Piştî rêzgirtinê Hevseroka MEYA-DER'ê û her wiha dayika Serhat Guneş, Gulbeyaz Guneş axivî. Guneş bi beşdarbûna welatiyan sipasiyê xwe pêşkêş kir. Guneş di berdewam axaftina xwe de behsa jiyana xwe kurê xwe kir.
Hevserokê HDP'ê yê Mêrdînê Alî Aslan jî bi kurtasî axivî û got ku, ger gelê kurd hatine vê astê bi saya cangoriyan hatine vê merhelê.
Şîn wê heya roja Çarşemê bi dayîna mewlûdê bi dawî bibe.
(kom/no/red)