Li Dersimê pevçûn: Gelek leşker birîndar bûn
DERSIM (DÎHA)- Li Geliyê Pilûmuriyeyê di pevçûnên piştî operasyona xwe dan der de, hat zanîn ku gelek leşker birîndar bûne.
Li Geiyê Pilûmuriyeya Dersimê hat zanîn ku di êrîşên li dijî leşkerên ku derketin operasyonê de, gelek leşker birîndar bûne. Hat zanîn ku leşkerên ku di pevçûna Çemê Rojê de birîndar bûne, bi helîkopteran veguhastine Nexweşxaneya dewletê ya Dersimê. Her wiha tê îdiakirin ku, di pevçûna li Çemê Rojê gerîlayeke jin jî birîndar bûye û wê rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Dersimê.
Li herêmê li gel domandina pevçûnan, operasyon û liv û tevgera hewayî jî didome.
(red)