Li Dersim liv û tevgera hewayî dîsa dest pê kir
DERSIM (DÎHA) – Li Dersimê dîsa liv û tevgera hewayî dest pê kir.
Li Dersimê, ji 4’emîn Tûgaya Fermandariyê ber bi Geliyê Pilemûriyeyê liv û tevgera helîkopteran dest pê kir. Piştî duh gelek herêmên Geliyê Pilemûriyeyê hatin bombebarankirin û bi helîkopteran gelek leşker li herêmê hatin daxistin, îro dubare liv û tevgera helîkopteran dest pê kir.
Li bajêr helîkopterên ku ev demeke dirêj bû bi biroj bi hinceta “ewleyiyê” nedifiriyan, îro roj li nîvro dest bi firê kirin.
(red)