DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Ji bo hevdîtina jinan a li Agriyê bang hat kirin

 
17 Cotmeh
16:47 2016

AGIRÎ (DÎHA) - Ji bo tevîbûna hevdîtina jinan a bi şîara "Ez xwedî li Rêberê xwe, axa xwe, azadiya xwe derdikevim" li Agiriyê bang hat kirin.

Xebatên kampanyaya Kongreya Jînen Azad (KJA) a bi şîara "Ez xwedî li Rêberê xwe, axa xwe, azadiya xwe derdikevim" bi hevdîtinên jinan didome. Jinên Agiriyê, bang li hemû jinan kirin ku tevlî hevdîtina wan a ku dê di 22'yê Cotmehê de li bajar bê lidarxistin bibin. Endama Meclîsa HDP'ê Kezban Dumlu diyar kir ku di vê pêvajoya tê jiyîn de divê jin dengê xwe bihêz derxînin û wiha got: "Heta jin ne bêjin têkoşîn bi dawî bû, têkoşîn bi dawî nabe. Jin bi têkoşînê hatine vê astê û rolê pêşengiyê kirin, di vê pêvajoya dîrokî de jî tişta bikeve ser milê wan dê pêk bînin.

Banga ji bo jinan

Hevseroka DBP'ê ya navçeya Agiriyê Ayfer Bîrlîkler, anî ziman ku herî zêde jin ji encamên OHAL'ê bibandor dibin û wiha pêde çû: "Ji ber wê divê di pêvajoyek wiha de jin xwedî gotin bin. Em ê di hevdîtina xwe de li ser di pêvajoya OHAL'ê de nasnekirina vîna jinan nîqaş bikin. Ji ber wê divê jinên Agiriyê tevlî hevdîtinê bibin. Em bang li hemû jinan dikin ku tevlî hevdîtina me bibin."

'Em ê pirsgirêkên jinan nîqaş bikin'

Hevseroka DBP'a Navenda Navçeyê ya Agiriyê Naîle Bariş, bal kişand ser girîngiya hevdîrtina jinan û wiha domand: "Em ê di hevdîtinê de pirsgirêkên jinan û riyên çareseriyê nîqaş bikin."

Hevdîtin bi beşdarbûna Berdevka KJA'yê Ayla Akat Ata, Parlamentera Agiriyê Dirayet Taşdemîr, Parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başaran û hunermend Rojda, dê saet di 11.00'an de li Salona Dawetê ya Karîzmayê pêk bê.


(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN