DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Piştgirî da birayê xwe rastî êrîşa polîsan hat

 
17 Cotmeh
16:47 2016

STENBOL (DÎHA) - Birayê Hakan Înci yê li Girtîgeha Zarokan a Maltepe rasti îşkenceyê hat Ulaş Încî, ji bo daxwazên birayên wî pêk bîne dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bedem kir. Încî, anî ziman ku heta daxwaza birayê wî pêk bê dê çalakiya xwe berdewam kir. Piştî dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir polîsan êrîş pêk anî.


Girtiyê 17 salî Hakkan İnci yê li Girtîgeha Zarokan a Maltepe ji bo mafê wî tê binpêkirin dest bi greva birçîbûnê kirûbû çalakiya xwe berdewam dike. Birayê Hakan Încî Ulaş İncî, ji bo daxwazên birayê wî pêk bê li gel komek endamên DEV-GENÇ'ê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem kir. Komê diyar kir ku li Parka Anadolu ya Qada Okmeydanî dest bi çalakiyê drikin. Kêmê diyar kir ku li Girtîgeha Zarokan a Maltepe zarok rastî pêkaninên keyfî tên û li dijî binpêkirina mafan Hakan Încî ji bo mafê xwe biparêze dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye. Komê di çalakiyê de pankarta "Ji bo daxwaza me pêk bê em di çalakiya greva birçîbûnê dene" vekirin û siloganên "Rûmeta mirovahiyê dê îşkenceye têk bibe" û "Hakkan încî rûmeta me ye" berz kirin. Li vir li ser navê komê birayê Hakkan Înci Ulaş İncî daxuyanî da û wiha got: "Birayê min ê girtî ji 2'ê Cotmehê heta niha di çalakiya greva birçîbûnê de ye. Niha birayê min di hucreya yek kesî de tê girtin. Ji ber ku li ser piyan hêjmar nedaye girtiyan avêtine hucreya yek kesî. Niha di odeyek pir biçûk de di bin tecrîdê de ye. Birayê min ji bo daxwazên wi pêk bê dest bi çalakiya grevê kir. Dibêjin 'li Girtîgehan îşkence tune" Lê ev ne rast e.
Li girtîgehan ji bo vîna girtiyan teslîm bigirin van pekanînên keyî pêk tînin. Em bang li gelê xwe dikin û dixwazin ji bo Hakkan beşdarî çalakiyê bibin û piştgiriyê bidin çalakiyê.

Ji bo piştevaniya Hakkan dê çalakiya greva birçîbûnê ji 3 rojan carekê bê dewirgirtin. Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû. Komê piştî daxuyanî da û dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kir polîsan êrîşî komê kir û destûr nedan ku çalakî pêk bê. Polîsan di mudaxaleyê de guleyên plastîk û bombeyên gazê bikar anîn. Polînên mudaxaleyî çalakiyê kirin diyar kirin ku dê vir jî di mehekê de bikin Gazî û gef li çalakgeran xwar. Êrîşa polîsan didome.

(mae)




ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN