Li Wanê qeyûmekê îstifa kir
17 Cotmeh
15:45
2016
WAN (DÎHA) - Qeyûm Hakki Hukuk Kadîrharnoglu ku wekî alîkarê serok tayînî şaredariya Qelqeliyê hat kirin îstifa kir.
Bernamzedê şaredariyê yê AKP'ê yê berê Hakki Hukuk Kadîrharnoglu yê ji aliyê Qeymeqam Serdar Karal ê ku wekî qeyûm tayînî şaredariya Qelqeliya Wanê hat kirin, wekî alîkarê serokê şaredariyê hat tayînkirin îstifa kir. Kadîrhanoglu yê ku sedema îstifaya wî nehat zanîn, hat diyarkirin ku ji bo cihê wî bê tejî kirin qeyûm di nava lêgerînan de ye.
Qeyûm Karal, ji bo kesekê li şûna Kadîrhanoglu yê îstifa kiriye bibîne, li deriyê malbatên ku nêzî AKP'ê ne dixe lê malbatan bi çavekî nerênî li teklîfa qeyûm dinêrin.
(mb)