Li Şirnexê 7 kes hatin binçavkirin
ŞIRNEX (DÎHA) - Di serdegirtinên malan ên li navçeyên Cizîr û Silopiyê yên Şirnexê de 7 kes hatin binçavkirin.
Di serdegirtinên malan ên li taxên Karşiyaka, Barbaros û Başak ên navçeya Silopiya Şirnexê de welatiyên bi navê Abdulmuttalîp Akin, Azîz Algur û Abdurrahman ê ku paşnavê wî nehat zanîn hatin binçavkirin. Hat zanîn ku welatiyên hatin binçavkirin birin Midûryeta Polîsan a Silopiyê.
Li navçeya Cizîrê jî di saetên şevê de polîsan bi ser malan de girtin û xebatkarên şaredariyê yên bi navê Îbrahîm Yildiz, Gulcan Sansak, Edîbe Aslan û Suleyman Bordogan binçav kirin. Hat ragihandin ku kesên hatine binçavkirin birine Midûryeta Polîsan a Cizîrê.
(kom/mb)