Polîsan êrîşî konê sersaxiyê kir
MERSÎN (DÎHA) - Polîsan êrîşî kesên ku tevlî şîna endamê YPG'ê Şakîr Korkmaz (Serhat Garzan) ku ji aliyê malbatê ve hatibûn danîn kirin. Di êrîşê de bavê Korkmaz û xaleta wî ji ber bombeyên gazê yên avêtin kona şînê birîndar bûn.
Ji bo endamê YPG'ê Şakîr Korkmaz (Serhat Garzan) ê ku di 11'ê Cotmehê de li Minbicê bi 6 hevalên xwe re şehîd ket, malbatê li taxa Şevketsumer a navçeya Akdenîza Mêrsînê konê sersaxiyê veda. Piştî konê sersaxiyê hat vedan polîsên ku bi wesayîtên xirzî hatin taxê, bêyî ku tiştek qewimî be bi bombeyên gazê êrîşî konê sersaxiyê kirin. ji ber bombeyên gazê bavê Korkmaz Îhsan Korkmaz û xaleta wî Şoreş Aşir birîndar bûn.
Xaleta Korkmaz Şoreş Aşir birîndar bûn ji ji ling û zikê xwe birîndar bû ji aliyê xizmên wê ve hat dermankirin û bavê Korkmaz jî rakirin nexweşxaneyê.
Piştî êrîşê polîs vekişiyan. Malbata Korkmaz bi gotinên ev êrîşa pêk hatiye derveyî mirovahiyê ye bertekên xwe anîn ziman.
(mb)