'Dibe ku hêzên diçin Mûsilê bi hev re şer bikin'
ENQERE (DÎHA) - Rojnameger Celal Başlangiç ku ji bo operasyona Mûsilê bişopîne çû Silêmaniyê, diyar kir ku talukeya hêzên tev li operasyona Musilê bûne bi hevre şer bikin heye.
Operasyona Mûsilê bi awayekî fermî dest pê kir. Piştî operasyon bi fermî dest pê kir, çavê her kesî vegeriya ser operasyona Mûsilê û hêzên di operasyonê de cih digirin. Mûsil heta 100 sal berê sînorê herêmê diyar dikir û niha êdî bûye êrîşa hêzên navneteweyî. Dîsa hêzên navnetewyî dixwazin Mûsilê di nava xwe de parve bikin. Mûsil 2 sal berê li ber çavê hemû cîhanê ji aliyê DAIŞê ve hat dagirkirin îro dixwazin di nava xwe de parve bikin û ji destê hev direvînin. Bajare ku bi salan de di destê rêveberiya kurd û erebaban de ye, di bin çavdêriya hêzên navnetewyi de radestî DAIŞ'ê kirin û iro ji bo wê şer dikin.
Serokomar Erdogan got "Îro ji bo me dîrok tê nivîsandin. Em dê di operasyonê de jî cih bigirin û li ser maseyê jî cih bigirin. Îro Mûsil ji bo Tirkiye, Iraq, dewletên herêmê Sûûdî Arabistan, Katar, Îran, DYA û Rûsya ji bo xwe kirine qada şer. Lê hêza sereke ya Kurd li herêmê li ber çavan nayê girtin û dixwazin hêza kurdan paşguh bikin û ji nava xwe dûr bixin. Mûsil ku di rojên pêş de ji pir bibe mijara niqaşê niha li ser şereki mezin tê meşandin. Rojnameger Celal Başlangiç ku ji bo operasyonê bişopîne çû Silêmaniyê diyar kir ku dibe hêzên ku dixwazin têkevin Mûsilê di nava xwe de şer bikin. Başlangiç, anî ziman ku hêj tam operasyonê dest pê nekiye, lê ger ku tam dest pê bike dibe ku hêzên beşdarî operasyonê bûne di nava xwe de şer bikin.
Rojnamager û Nivîskar Celal Başlangiç têkildarî operasyona îro li Musulê di saetên sibê de li dijî hêzên DAÎŞ’ê hat destpêkirin de bi riya telefonê nirxandin ji DÎHA’yê re kirin û diyar kir ku her niha de di navbera hêzên ku tevli operasyonê bûn de nîqaşên rêveberiya ku dê
li Musulê bê avakirin tê kirin.
"Tê dîtin ku dema tevger bikeve Mûsilê dê pirsgirêkên mezin derbikevin holê. Tu riyên ku dê ev pirsgirêkên çawa bên çareserkirin jî derneketiye holê. Dê bi vê operayona Mûsilê ketina hundir hêdî bikin û riyên çareseriyê diyar bikin. Dê bi stratejiyek wiha bikevin Mûsilê. Niha komên heyî bi hevre şer dikin û dikevin Mûsilê. Ger li wir DAIŞ tune be jî rewşa ku dê ev hêz bi hev re şer bikin heye. Derbarê ku dê rêveberiyek çawa li wir were avakirin tu riyek çareseriyê tuneye. Pirsgirêk rizgarkirina Mûsilê ji DAIŞ'ê nîne, piştî ku hat paqijkirin dê rêveberiya wê çawa were avakirine. Ji ber wê dê operasyon hêdî pêş bikeve."
Başlangiç da zanîn hebûna hêzên Kurd (Pêşmerge) û hêzên Şîî yên di operasyonê de balê dikişîne û wiha got: "Na fikirin ku van her du hêzan bixin bajar. Ji wê zêde ketina artêşa Iraqê tê nîqaşkirin. Ji bilî wê li gorî Necefiyê komên ku ji 700 an jî 3 hezar kesî pêk tên hene. Dihizirin ku van koman bixin Mûsilê. Ji ber ku herî zêde li Mûsilê Sunnî hene, ji şerê mezhebî ditirsin. Niha li wir behsa 700 hezar an jî milyonek û nîv mirovan tê kirin û piraniya wan jî Sunniyên Erebin. Ev kom, komên ku ger tu DAIŞ'ê ji nav derxî dikarin şerê hevdu bikine. Ji ber wê Tirkiye ne xistin wir. Li Tirkiyeyê nêrîna ku 'Tirkiye ketiye Mûsilê' diafirînin. Lê ev amûrek a polîtîka navxweyî ye. Tirkye û hêzên girêdayî wê li derveyî vî karî hatin hiştin."
Başlangiç, anî ziman ku rewşa li herêmê û operasyona Mûsilê bi awayekî baldar tê şopandin û wiha axivî: "Heman fikar li herêmê jî serwerin. Yan dê li Mûsilê ax were guhertin an jî dê gel were guhertin. Bi parastina her duyan çareserî zehmete." Başlangiç da zanîn ku operasyon bi paqijkirina derdora Musulê destpê kir û wiha axivî: “Operasyon bi paqijkirina derdora Musulê hat destpêkirin. Pirsgirêk ne paqijkirina Musulê ye. Pirsgirêk piştî Musul ji hêzên DAÎŞ’ê hat paqijkirin rêveberiyek çawa dê li wir bi avakirin e. Niha de di navbera hêzên ku tevli operasyonê bûn de nîqaşên avakirina Musulê tên kirin.”
‘Dibe ku operasyon demek dirêj bigire’
Başlangiç destnîşan kir ku operasyon dê demek dirêj bigire û axaftina xwe berdewam kir: “Ji ber ku niha de di navbera hêzên koalîsyonên ku pêşengtiya operasyonê dikin de nîqaşên rêveberiya piştî encama operasyonê tên kirin de nîşan dide ku operasyon dê demek dirêj bigire.”
‘Divê hêz li wir bi baldarî tevbigerin’
Başlangiç bal kişand ser hêzên ku dê bikevin Musulê û axaftina xwe wiha domand: “Wisa xûya dike ku tenê dê hêzên Irakê û hêzên Neceyfî têkevin Musulê. Planê wan de diyar dibe ku hêzên wekî pêşmergeyên kurd û hêzên şîe nakevin Musulê. Niha tê gotin ku li Musulê nêzî milyonek kes dijîn. Ji ber ku welatiyên ku niha li Musul dijîn bi taybet Sunî û Ereb in ji bo ku di navbera wan de lihevxistinek dernekeve biryarên girîng tên girtin. Ji bo na vê yekê jî divê hêzên ku li wir li hemberî DAÎŞ’ê operasyonê dikin bi baldarî tevbigerin.”
‘Tirkiye teqez tevli operasyonê nabe’
Başlangiç herî dawî ev tişt gotin: “Di tabloya ku niha em dibînin de teqez hêzên Tirkiyeyê tevli operasyona Musulê nabin. Hin derdor dibêjin ku dê di demên pêşiyê de Tirkiye jî tevli opersayonê bibe. Lê di biryara ku hatî girtin de teqez hêzên Tirkiyeyê tevli vê operasyonê nabin. Niha ez li Silêmaniyê me û tê gotin em dizanin ev operasyon zor e li Musulê yan dê ax bi guhertin an jî gel.”
(fd/mb/mae)