DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Girtî xwedî li qadên xwerêveberiyê derdikevin

17 Cotmeh
13:42 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Girtiyên Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Bandirmayê 4 hezar û 150 TL pere ji bo bajarên hatin xerakirin berhevkirin.

Girtiyên siyasî ji bo bajarên Bakurê Kurdistanê yên qadên xwerêveberiyê yên ji aliyê hêzên dewletê ve hatin xerakirin û tên xerakirin di nav piştgiriyê de ne. Girtiyên PKK’î yên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Bandirmayê ji bo piştgiriya bajarên wekî Şirnex, Nisêbîn, Cizîr, Gever, Hezex û bajarên din li kawişan di navbera xwe de pere berhev kirin. Girtiyan 4 hezar 150 TL pere li hev komkirin û bi riya malbatên xwe ji Komela Alîkarî û Piştgiriyê ya Rojava re şandin.


(bg)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN